Helîkopteran gule li gundiyan reşandin: Zaroke hate qetilkirin
Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker gule li gundiyên li ser sînorê Colemêrgê bazirganî dikirin, reşandin. Zarokê di temenê 14 salî de hate qetilkirin.
Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker gule li gundiyên li ser sînorê Colemêrgê bazirganî dikirin, reşandin. Zarokê di temenê 14 salî de hate qetilkirin.
Êrîş di demê vegera gundiyan a ji Başûrê Kurdistanê pêk hat. Hate ragihandin ku gundiyên bûne hedef welatiyên gundên Çemekurk a girêdayî Robarûkê bûn.
Di encama gulereşandinê zarokê 14 salî yê bi navê Vedat Ekîncî hate qetilkirin. Di nava komê de yek jî giran birîndar e.
Êrîş di saet 15:00’ê de pêk hatiye. Cenazeyê Ekîncî ji cihê bûyerê ji aliyê gundiyan ve hate rakirin. Gundiyê birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.