Helîkoptera artêşa Tirk li gundê Tahûnê reşand
YPG'ê diyar kir 3 helîkopterên artêşa Tirk derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bûne û yekê ji wan gule li bejahiya gundê Tahûnê reşandiye.
YPG'ê diyar kir 3 helîkopterên artêşa Tirk derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bûne û yekê ji wan gule li bejahiya gundê Tahûnê reşandiye.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li ser êrîşên artêşa Tirk agahî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, leşkerên Tirk roja 3'ê Çileyê ji herêma Zerbê ya nêzî gundê Zorava yê ser bi Tirbespiyê hewl dane ji sînor derbas bibin û xaka Rojava dagir bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa Tirk beriya niha jî ji li heman herêmê 2 caran xwest ji sînor derbas bibe. Piştî hewldana duh hêzên me bersiv dan leşkerên Tirk û li vê qadê şerekî dem kin derket. Di encama vî şerî de qasî hat zelal kirin leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşa duh a bi helîkopteran jî ev agahî da: "Di şeva 3'ê Çileyê de 3 helîkopterên artêşa Tirk in derbasî nava axa Rojava bûn. Yek ji wan helîkopteran bejahiya gundê Tahûnê yê giredayî Til Elo yê Girkê bê serûber gulebaran kir. Piştî êrîşê her 3 helîkopter ji milê Til Koçer ve firiyan û ji Rojava derketin."