Helbestkar, çîroknivîs û nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Arjen Arî li Edeneyê ji bo ku bi nexweşiya pençeşerê ketiye tedawiyê dibîne.
Helbestkar Arjen Arî ku heya niha berhemên wekî Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê li dû xwe hiştine, nêzî deh rojan e ji ber sedema nexweşiya pençeşêrê li Edeneyê tedawiyê dibîne.
Arjen Arî li gel ku nexweş e jî ew hê helbestan dinivîse. Arjen Arî herî dawî ev çend rêzik nivîsîn:
Nexweş nexweş/ Rabe ser xwe /Şair î tu/ Jiyan dujmin/ Tu bibe keleş…”