'Heke em ne partiya Kurd bûna wê ev teşqele nehatana serê me'

Serokê Bajêr ê Wanê yê PÎA'yê Munîr Mavîş got ji bo ku ew partiyeke Kurd in serlêdana wan ev du sal in nehatiye qebûlkirin û got,''Heke em ne partiya Kurd bûne wê ev teşqele nehatana serê me.''

Têkoşîna ji bo damezirandinê ya Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA) ku ev du sal in dide, dîsa li Wezareta Navxwe ya Tirk aliqî. Serlêdanên partiyê ku li Wanê hatiye damezirandin her carê bi hincetên beleheq nehatine qebûlkirin. Herî dawî dema serlêdanê hate gotin, ''memûr nînin'' û nehate qebûlkirin, nehiştin ku damezirandêrên partiyê biçin wezaretê. Di rêziknameya partiyê de ku 5'ê Gulana 2018'an hatiye damezirandin, kedkarên ku dest li ser mafê wan hatiye danîn û meseleya Kurd heye.

Serokê Bajarê Wanê yê PÎA'yê Mûnîr Mavîş got ji ber ku ew partiya Kurd in pêşî li wan tê girtin, ew li dijî vê nehiqûqiyê li ber xwe didin û got, ''Gotineke Kurdan heye, dinya ne şev û rojek e. Em ê jî hemû rêyan biceribînin, li ber xwe bidin.''

Mavîş diyar kir bi rengê rêxistiniya civaka sivîl ev 30 sal in xezbatên xwe di her pêvajoyê de domandine, mafên sirûştî yên gel parastine, ji nasnameya xwe nehatine xwarê, ji nêz ve têkilî meselaya Kurd in û her wiha bi hesasiyetên dînî ne jî.

Mavîş got, ''Em ramaneke demokratîk diparêzin.'' Mavîş her wiha diyar kir li Amed, Riha, Edene, Stenbol, Semsûfr, Dîlo, Izmîr û gelek deveran xebatên wan ên rêxistinî hene.

Mavîş diyar kir ji roja ku partiya xwe ava kirine serî li Wezareta Navxwe ya Tirk dane, pêşî ji wan xwestine ku bi rêya postayê ewraqan bişînin, ji wan re gotine AKP bi xwe jî bi rêya postayê ava bûye,ji wan xwestine ku ewraqên xwe bihêlin û piştre hûn ê werin belgeya hate standin, bistînin.

Mavîş got piştî vê pêvajoyê hevalên wan çûne wezaretê lê ti encam nestandine, bi rêya noterê pirî caran çûne Dozgeriya Komarê, bi telefonê geriyan lê dîsa jî bi rengekî bêhiqûqî ew awiqandine.

Serokê Bajêrê Wanê yê PÎA'yê Mavîş diyar kir nahêlin ku endamên partiya wan biçin wezaretê, xwestine ku wan destgîr bikin û memûrên ku hatine jî nizanin ku bê ka çima wê ew destgîr bikirana. Mavîş got endamên partiya wan li Enqerê ne, li ber xwe didin û got, heke ew ne partiyeke Kurd bûna wê ji bo damezirandina partiyê ev qas teşqele nehatane serê wan.

Mavîş her wiha diyar kir li dijî hemû nehiqûqiyan ew ê li ber xwe bidin û mafê xwe yê ji destûra bingehîn distînin, bi kar bînin.