Hejmara mirovên li Kirmanşanê jiyana xwe ji dest dan bû 328 kes

Maseya krîzê ya Kirmanşanê ragihand, ji ber erdhejê 328 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî gihîştiye 2 hezar û 530 kesî.

Bîlançoya erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî ku li ser sînorê eyaleta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê û eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê duh êvarê saet di 21:18'an rû da, kêlî bi kêlî giran dibe.

Maseya krîzê ku piştî rûdana erdhejê li Kirmanşanê hate avakirin, li ser rewşa dawî daxuyaniye da. Maseya krîzê ragihand ku li eyaleta Kirmanşanê, li bajar, navçe û gundên wê 328 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî gihîştiye 2 hezar û 530 kesî.

Saziya Tipa Edlî ya Kirmanşanê jî danê sibehê diyar kir ku hejmara miriyan 207 e, ya birîndaran jî 1.700 derbas kiriye.

Saziya Tipa Edlî ya Kirmanşanê ragihand li Serpol Zahabê 142, li Îslamabad Xerbê 22, li Salasî Bawercanî 15, li Kerengî Xerbê 14 û li Qesrî Şîrîn jî 14 cenaze hatine dîtin.

Erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî li bajarê û navçeyên Qesrî Şîrîn, Serpol Zahab, Ciwanro, Salasî, Bawecanî, Îslamabad Xerb û Kerendî Xerbê rê li ber zerareke mezin vekir.

Ji gelek gundên li Kirmanşanê agahî nayê girtin. Her ku agahî ji gundekî tê girtin, bîlanço jî giran dibe. Piştî rûdana erdhejê zêdeyî 100 hezar kes duh bi şev li derve man.

Ji ber felaketa erdhejê, li Kirmanşanê 3 rojan şîn hate ragihandin.