Hejmara kesên li Zaxo hatin qetilkirin derket 9'an

Hêjmara kesên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Zaxoyê de hatin qetilkirin derket 9’an.

Dewleta Tirk a dagiker bi topan êrîşê gundê Perexê yê bajarokê Derkarê ya Zaxoyê kiribû. Hêjmara kesên ku di êrîşê de hatin qetilkirin bû 9 û 22 kesên ku birîndar bûyî li nexweşxaneya li Zaxoyê tên dermankirin.

Qeymeqama Zaxoyê ragihandibû ku 8 turîstan jiyana xwe ji dest dane û 23 turîst jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên hat girtin hate hîn bûn ku turîstek din jî jiyana xwe ji dest daye. Yên hatine qetilkirin piranî jin û zarokin.