Hejmara kesên di şapeyê de mirin bû 38

Li Wanê rayedarên AFAD'ê diyar kir ku hêjmara kesên di bin şapeyê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 38'an.

Şevê din li Navçeya Miksê bi ser maşîneyekê de şape  ket û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di bûyerê de 6 kes bi saxî hatibûn xelaskirin û 2 kes jî di bin berfê de mabûn. Dema yekîneyên rizgarkirinê û welatî bi hawara kesên di bin aşûtê de mane ve çûn, cara duyemîn şape rabû. Nêzî 50 kes di bin şapeya duyemîn de man û heta niha bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî rayedarên AFAD'ê heta niha li Navçeya Miksê ya Wanê kesên di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan gihişt 33 kesan. Di bûyerê de 53 kes jî birîndar bûn. Li gorî walîtiya Wanê heta niha 8 esker, 3 cerdevan, 3 endamên yekîneyên agirkujê, 19 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Kesên ji bin şapeyê de  hatin derxistin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê. Hinek jî sewqî Nexweşxaneyên Wanê kirin. Piştî bûyer hat bihîstin bi sedan kes çûn pêş nexweşxaneyê. Kesên xizmên xwe winda kirine kirin hawar û qêrîn. Polîsan li pêş nexweşxaneye şerîd danî û destûr nedan welatî nêzî nexweşxaneyê bibin