Hejmara hilbijêrên sexte yên li Kurdistanê zêde dibe

Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, hejmara dengdêrên sexte yên li bajarên Kurdistanê hatine qeydkirin zêde dibe. Piştî Colemêrg û Îdirê, derket holê ku li Erdîşê jî hilbijêrên sexte hatine qeydkirin.

Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, qeyda hilbijêrên sexte mohra xwe li rojevê xistiye. Ji ber polîtîkayên taybet ên AKP'ê, hejmara hilbijêrên sexte yên li bajarên Kurdistanê zêde dibe. Bi taybetî, hejmara leşker leşker û polîsên li Şemzînan û Çelê ji hejmara hilbijêran derbas kir. Xuya ye dewlet dixwaze bi vê polîtîkaya xwe ya nû, bi rêya hilbijêrên sexte şaredariyên li herêmê bi dest bixe.

Li gel zêdebûna hejmara leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê, hejmara hilbijêrên sexte jî zêde dibe. Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, li Malên Polîsan ên li Îdirê ku cihê 108 kesî heye, 374, li daîreyeke li Colemêrgê jî qeyda 1108 hilbijêran hate dîtin. Li Erdîşê jî derket holê ku li avahiyeke vala ya ku nayê bikarnaîn, hilbijêrên sexte hatine qeydkirin. 

Eşkere bû ku li lojmaneke leşkerî ya vala ya li Erdîşê, 76 personelên leşkerî yên karibin deng bi kar bînin, hatine qeydkirin.

Rêveberiya HDP'ê ya navçeya Erdîşê ya Wanê li ser vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û îtiraz kir.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an de bi rêjeyeke bilind a dengan Şaredariya Erdîşê bi dest xistibû.

Şêniyên Erdîşê bal kişandin sern desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûman û dibêjin, îradeya wan ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, lê 31'ê Adarê wê gelê Erdîşê xwedî li îradeya xwe derkeve.