Heften: Me çawa Kobanê parast em Efrînê jî biparêzin

Endamê Konseya Rêveber ê Kodarê Mezlûm Heften got ‘armanca dîrokî ya dewleta Tirk’ li ser Kurdistanê heye û bang li Rojhilata kir ku parastine Efrînê bikin.

Endamê Konseya Rêveber ê Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê weke ‘armanca dîrokî ya dewleta Tirk’ bi nav kir û got berxwedaniyeke ji ya li dijî DAÎŞ’ê mezintir divê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk were nîşandan.


Heften şehîdên Efrînê bi bîr anî û got armancên dîrokî yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê hene û got, ‘’Li paşxana êrîşên dagirker ên dewleta Tirk armancên dîrokî hene. Armanca wan a dîrokî dagirkirina Kurdistanê ye. Êrîşên dagirker jî anîn salvegera damezirîna Komara Kurd a Mehabadê. Her wiha êrîş salvgera ragihandina rêveberiya xweser a Rojava. Ev jî berdewama Mehabadê ye. Dixwazin xeyalên Kurdan bişkînin.’’


 ‘NE RASTHATINÎ YE KU DI SALVEGERA MEHABADÊ DE BOMBE KIRIN’
Heften got ne rasthatiyeke ku di salvgera 72’an a Komara Mehabadê de bi 72 balafiran êrîş bi ser Efrînê de anîne û got: ‘’Divê gelê me yê Rojhialta van dijminên me baş nas bike. Berpirsyariyeke dîrokî li ser milê me ye. Di salvgera 72’an a Mehabadê de dewleta Tirk bi 72 balafiran Efrîn bombe kir. Ev ne rasthatiniyek e. Heke wê rojê em bi hemû derdorên civakî li Mehabadê û Qazî Mihemed xwedî derbiketana îro rewş dikarîbû cudatir ba.


 ‘DIVÊ EM WEKE KOBANÊ EFRÎNÊ BIPARÊZIN’,
Heften got, ‘’Efrîn meseleya me hemûyan a netewî û însanî ye’ û pê de çû,’’Ez bi taybetî dixwazim bang li ciwanên Rojhilat û gelan bikim: Li ser milê we berpirsyariyeke dîrokî heye. Berpirsyariya me ya mezin ev e. Çawa ku me parastina Kobanê kiribe, çawa ku me parastina Şengalê kiribe divê wiha em Efrînê jî biparêzin. Çawa ku li dijî hovitiya serdemê DAÎŞ’ê me qad tije kiribin niha bi berxwedaniyeke ji vê meztir divê em li ber xwe bidin.’’

BANGA EFRÎNÊ LI ROJHILAT
Endamê Konseya Rêveber ê Kodarê Mezlûm Heften banga berxwedanê li ciwanên Rojhilat kir û got: ‘’Efrîn warê Arîn Mîrkan e. Arîn Mîrkan yek ji sembola serfiraziya Kobanê ye. Ji bo ku em layiqî wê bibin divê em derbe ku me li DAÎŞ’ê xistî, jê meztir li faşîzma AKP-MHP’ê bidin. Çawa ku Şehîd Hewrê Leqlaq, Diyako Îlam parastina Rojava kiribin divê em jî wiha parastina Efrînê bikin.’’