'Heftanîn wargeha şehîd Viyan Soran e'

Gerîla Çiya Amed ku tevlî Cenga Heftanînê bû, diyar kir ku di Cenga Heftanînê de gerîlayên jin şerekî mezin kirin û ev yek bi pêşengtiya fermandar Ezîme pêk hat.

Li çiyayên xaka pîroz, leheng hene ku di dilê xwe de vîneke mezin dihewînin. Bi mezinahiya vê vînê, agirê azadiyê di dil û mejyê xwe de geş dikin. Bi geşkirina vê vînê li ser şîvereyên cengê şopên xwe li dîrokê datîne. Bi xweşikbûna cengê, ruhê berxwedanê û misogeriya serketinê bi destxistine. Heftanîn her di hişê mirov de, bi wargeha fedayiyan tê nasîn. Ji bo gerîlayên azadiyê her bûye cihê parastgehê. Di nava vê parastgehê de, bi wêrekî û îradeyeke mezin di rêya bê dawî de têkoşîna xwe bilind dikin. Li ser vê axa pîroz dengê berxwedêran ji çiyayên Xantûrê ber bi Şeştarayê ve tê bihîstin. Ji ber vê her cenga Heftanîn bûye cihê xwe lêgirtin û bilindkirina têkoşînê. Di nava vê tekoşînê de jî gerîlayan destanên lehengiyê nivîsandin.

'HEFTANÎN WARGEHA VIYAN SORAN E'

Yek jî gerîlayên ku cihê xwe di Cenga Heftanînê de girtin Çiya Amed e. Amed qala berxwedana gerîlayên jin ên li Heftanînê kir û got: "Di cihekî weke Heftanîn de gerîlayên jin li wir şerekî mezin dane meşandin. Ji bo vê jî Heftanîn navê xwe ji cengê digre. Ji bo min bilêvkirina wê wetayek xwe ya mezin heye. Bi rastî jî Heftanîn ji bo me bûye cihê xwelêgirtin û mîna dayikekê. Weke dayika me ya esasî tê dîtin û jiyîn. Yê ku hiştiye ez rêxistin û Rêber Apo ji nêz ve nas bikim û bijîm Heftanîn bû. Dema ku mirov diçe ser çiyayê Xantûrê, mirov pê ve têne girêdan. Ji ber ku Heftanîn li navenda Kurdistanê ye, lewma hesteke wiha dide mirovan."

'JIN PÊŞENGIYÊ JI CENGÊ RE DIKIN'

Gerîla Çiya Amed wiha domand: "Her wekî din Heftanîn weke wargaha Viyan Soran tê zanîn, navê Heftanîn anîna ziman tê wateya bilêvkirina hevrê Viyan. Ji bo wê erdingariya Heftanîn gelekî asê ye û her kesî di nava xwe de nagre, kesayetên wê jî li gorî vê asêbûyînê şekil digrin. Mirov ê yekê bi gelek hevalan re dibîne. Destpêkê di fermandariya heval Azîme de heya roja îro ku rêya wê domandiye wek heval Esmer, Zelal dîsa wek hevalên xort jî mîna heval Rubar û heval Rustem, Dilovan bi sedan mîna van hevalan di xeta Azîmeyan de meşiyane derdikevin pêş. Ji bo vê bersîvdayîna ji dîrokê re heya roja îro jî didome."

'HEVALTIYA LI NAVA PKK'Ê MIROVAN LI SER LINGAN DIGIRE'

Amed qala lehengî û fedayîtiya gerîla kir û wiha pêde çû: "Bi rastî tiştên ku qewimîne wateyeke xwe ya mezin heye. Bi taybetî hevaltî û qehremantiya ku di asta fedayîtiyê de pêk tê, bandora xwe li mirovan dike. Ji ber vê hevaltiya PKK'ê yek ji hêzên ku mirovan li ser lingan dihêle. Ji bo vê em weke milîtanên Rêber Apo ji bo pêkanîna erkên xwe, em her tim amade ne. Em dibêjin ev can ne ya me ye ev can ya vê rêxistinê ye û her tim wê têkoşîna me li ser vê bingahê mezintir û xurtir bibe."