HEDEP’ê hêz û hêvî da Hatayê

Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê Hulya Ateş Koç got, "Di kongreyê de bi taybetî li ser erdhejê û jinûve avakirinê hate rawestîn ku vê yekê hêz û hêvî da Hatayê."

Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Hatayê Hulya Ateş Koç ku ji bo endamtiya Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê hate hilbijartin, Hatay weke 'yek ji bajarên ku ji bo paradîgma lê bê avakirin guncav’ pênase kir. Hulya Ateş Koç, diyar kir ku ji ber erdhejên 6'ê Sibatê ku gelek welatî jiyana xwe ji dest dane û koçber bûne bandor li avahiya demografîk a pirçandî ya Hatayê jî kiriye û tevî hemû neyînîyên ku hatine jiyîn jî kongre ji aliyê bingeha partiyê ve bi hêviyek mezin hatiye pêşwazîkirin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê Hulya Ateş Koç, diyar kir ku Partiya Çepên Kesk di kongreya xwe ya dawî de ne tenê navê xwe guhertiye, her wiha bi guhertina nav re qonaxeke pêşdetir ji bo sadebûn vegera li cewherê diyar kiriye û destnîşan kir ku ji nû ve avakirin ji demeke dirêj ve hemû astên partiyê de bi awayekî yekgirtî hate nirxandin û plankirin. Hulya Ateş Koç da zanîn ku ji bo ku li hemberî rexneyên ku beriya kongreyê di civînên gel ên li qadên herêmî hatin kirin de helwesteke xurt a xwerexnekirinê derbikeve holê, ji nû ve avakirinê mecbûriye û destnîşan kir ku encamên kongreyê li Hatayê coş û hêviyek afirand.

Hulya Ateş Koç wiha got: "Girtina partiyê, gef û şantajên ku ev demeke dirêj li dijî me tê pêk anîn, helbet bûye sedema lêgerîna alternatîfên cuda. Guherîna nav ne cara yekem e, ev rewş ji bo hinekan di pêvajoyên cuda de rû dide. Hatay bi avahîya xwe ya pir zimanî, pir bawerî û pir çandî bajarekî guncav e ku bibe cewherê paradîgmayê. Mixabin bi erdhejê re hemû zemîn ji bo koçkirina gel hat afirandin. Piştî karesata mezin pêdiviya gel a bi stargeh û debarê derket holê û pêşî li koçberiyê nehat girtin. Di kongreyê de balkişandina ser erdhej û ji nû ve avakirinê jî hêz da Hatayê. Kêfxweşî û hêvî afirand."

Hûlya Ateş Koç, diyar kir ku ji bo nûnertî û zindîkirina paradîgmayê, rastiya Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê ya ji 80 kesî, ku bi giranî ji jinan pêk tê, hêja ye û got, “Têkoşîna maf, azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya ku jin bi salan e dimeşîne heye. Em di şexsê Denîz Poyraz û hevrêyên wê de vê perspektîfa têkoşînê esas digirin. Em têkoşîna bi rûmet a jinên Îranî ku porê xwe kirin ala berxwedanê, Emîne Şenyaşar a li Rihayê ji bo edaletê li ber xwe dide û hemû jinên li çar aliyê cîhanê li ber xwe didin, parve dikin. Di vê mijarê de ji ber ku Meclîsa Partiyê ya HEDEP’ê ji jinan pêk tê, xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo zindîkirina paradîgmaya di nava partiyê de bi qîmet e. Em ê li dijî desthilatdarî, tundî, zordarî, daraz, çapemenî û hemû saziyên bi zîhniyeta mêr tên rêvebirin, bi rengê jinan biguherînin.”

Hulya Ateş Koç di dawiyê de qala guhertina demografik a ku piştî erdhejê û hilbijartinê derketiye holê kir û wiha got, “Li Hatayê navçeyên hilweşiyayî an jî qet hilneweşiyayî hebûn, her wiha navçeyên ku qet bandor nebûn an jî hindik bandor bibûn hebûn. Di hilbijartinên berê de, cihên ku Tifaqa Cumhur herî zêde deng lê bidest xistibûn, bi giştî cihên ku kêmtir bandor bibûn yan jî bê bandor bûn. Ger em vê yekê paşguh bikin, em ê bikevin nava xeletiyan. Cihên ku mûxalefet lê kom bûne, wekî Defne, Samandag, Antakya, Îskenderûn û Karaagaç, herêmên ku herî zêde wêran bûne. Ji vir gelek windahî û koçberî çêbûn. Di wê serdemê de ji bo ku ji mirovan re bê gotin 'Neçin' diviyabû qadên jiyanê bihatana çêkirin û ewlekarî bihata kirin. Ji ber ku ez wê demê weke Hevserokatiya Bajarê Hatayê di nava Koordînasyona Krîzê ya Bajar de bûm, weke kesekî ku di hemû pêvajoyê de min cih girtiye dibêjim; Mixabin gelek kes neçar man ku biçin. Weke HEDEP’ê em ê di dema pêş de jî bi xebatên piralî tevna hevgirtinê berfireh bikin. Em ê pêvajoya hilbijartinên herêmî bi hevgirtina gel re bimeşînin û rêveberiyên xwe yên herêmî bi jinan hîn xurtir bikin."