BI DÎMEN

'Hebûna YPJ'ê ya li herêmê ji bo jinan cihê baweriyê ye'

Fermandara Eyaleta Hecînê ya YPJ'ê Ahîn Qamişlo anî ziman ku li pişt êrişên li ser Dêrazorê hikumeta Şamê û dewleta Tirk hene û destnîşan kir, hebûna YPJ'ê ya li herêmê bi taybetî ji bo jinan cihê baweriyê ye.

YPJ DÊRAZOR

Fermandara YPJ'ê ya Eyaleta Hecînê ya ser bi Kantona Dêrazorê Ahîn Qamişlo êrişên hêzên hikumeta Şamê û komên Dîfa El Wetenî yên 7'ê Tîrmehê li kantona Dêrazorê kirin, nerazîbûna gel a li hemberî vê yekê, bi taybetî eleqeya jinên Dêrazorê ji bo YPJ'ê ji ANF'ê re nirxand.

Ahîn Qamişlo diyar kir ku ji sala 2014’an ve êrîşên giran li dijî Dêrazorê çêbûn û got: “Di sala 2014’an de li dijî Şiêtatê komkujiyeke mezin pêk hat, Di wê demê de jî QSD’ê mudaxele kir û derbên giran li dijmin da. Dîsa li Bahozê çeteyan xwe bi berfirehî bi cih kiribûn. QSD’ê ji xwe li vir derba dawî li DAÎŞ’ê da. Ji wê demê ve êrîşên li ser herêma Dêrazorê dewam dikin.”

‘BI BERSIVÊN GIRAN ÊRÎŞ HATE TÊKBIRIN’

Ahîn Qamişlo bal kişand ser êrîşa 7’ê Tebaxê û ev tişt got: “Herî dawî 7’ê Tebaxê saet di 04:00’an de êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Beriya êrîşan bi daxuyaniyeke ragihandin ku operasyon dane destpêkirin. Xwe bi berfirehî amade kiribûn. Çi ji derve be çi ji hundir be xwe ji bo operasyoneke berfireh amade kiribûn. Bi rêya hucreyên veşartî yên li hundir û ji derve bi hejmareke mezin ji êrîşeke mezin re amade kiribûn. Lê vê êrişa dirêj nekir, ji ber ku hêzên me bersivên giran dan û bêyî ku çend roj bidomin êrîş hatin têkbirin.

Ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve cihên sivîl hatin hedefgirtin. Bi taybet bajarê Dehlayê bû hedefa zêde ya hikumeta Şamê. Bi çekên giran li dijî Ebû Hemamê êrîşên berfireh hatin kirin. Li vir dîsa cihên sivîlan hedef girtin. Sivîl şehîd bûn, birîndar bûn û malên wan zirar dît. Lê tevî van hemûyan jî gel gav paşde neavêtin. Ji piştevaniya QSD’ê carek jî dudilî nebû. Ji ber ku gelê li vir êdî rastiya dijmin nas kir. Ketin ferqê ku ev hêz tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebit, tu car berjewendiyên gel nafikire. Ji ber vê yekê êdî bi tu awayî bawerî bi propaganda û polîtîkayên van hêzan naynin.”

‘LI PIŞT ÊRÎŞAN DEWLETA TIRK HEYE’

Ahîn Qamişlo bidewamî got: “Êrîşên hatin kirin ne tenê ji aliyê komên çeteyan ve hatin kirin. Li pişt van êrîşan hin dewletên herêmî, dewleta Tirk û bi taybet hikumeta Şamê heye. Li vir bi taybet hesabên berfireh ên dewleta Tirk heye. Dixwazin li herêmê tevlîhevî çêbikin, baweriya gel a ji bo QSD’ê bişkînin. Lê hemû hesabên van li ber avê ve çû. Gelê Dêrazorê li vir li kêleka QSD’ê ma û piştgirî da. Heta li hinek cihan gel çek rakir û li gel şervanan cih girt.

Hinek sivil hatin li eniyan nobet girtin. Êrîşên ewqas berfireh ên li dijî gel û cihên sivîlan hatin kirin. Bi vî rengî hem hewl dan gel li dijî QSD’ê kişkiş bikin û hem jî hewl dan gel cihên xwe biterikînin. Bi hawan, obus û çekên giran cihên gel dan, lê gel gav paşde neavêt. 

Komeke ku xwe weke hêzên eşîran bi nav dikin hene. Lê ne gel û ne jî eşîr bi tu awayî van koman qebûl nakin. Êrîş herî zêde li aliyê Ebû Hemam û Qiranîç çêbû. Ji ber ku li vir hucreyên veşartî hebûn, ji ber vê yekê bi taybet ji vir destpê kirin. Bi vî rengî wê hucreyan jî xistiban tevgerê. Lê bi ser neketin. Li van aliyan hêzên me hinek operasyon pêkanîn. Di van operasyonan de gelek hucreyên veşartî hatin girtin. Jixwe hucreyên hatin girtin, hinek tîştan îtîraf kirin. Li xwe mikur hatin dîtin ku hinek dewletên herêmê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk wan birêxistin dike, piştgirî dide wan û cebilxane û lojistîkê peyda dikin.”

Ahîn Qamişlo da zanîn ku jinên Dêrezorê YPJ’ê weke hêviyê dibînin û got: “Hem feodal hem jî civakî ya avaniya vê herêmê heye, hem jî DAÎŞ’ê çend sal zihniyeta xwe li vir belav kiribû. Li ser jinan zextekî giran hebû. Jin bêyî îrade hatin hiştin. Her wiha li Dêrazorê eşirtiyeke kûr heye. Rastiyeke ku jinê her tim di plana duyemîn de digire, jinê her tim ji zilam cihê dibîne û biçûk dibîne heye. Lê piştî ku herêm ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, jin li vir xebat û geşedanên girîng pêş xistin. Rêxistin û saziyên wan ên xweser hene. Yekîtiya Jinan a Zenubiya heye. Jin hewl didin xwe li dora vê yekîtiyê birêxistin bikin û xwe li her qadê jiyanê nîşan bidin. Hebûna YPJ’ê li herêmê baweriyeke cuda dide jinan. Dema YPJ’ê serdana malbatan dikin bi coş û hezkirineke mezin tên pêşwazîkirin. Coşên xwe bi me re parve dikin. Ji me re dibêjin, ‘YPJ mifteya ku rêya me vedike ye.’ Jin tevlî YPJ’ê dibin. Piştî van êrîşên dawî jî jin tevlî YPJ’ê bûn. Sekna bihêz a YPJ’ê hêviyê dide wan.

Em ê weke YPJ û QSD’ê heta dawî li pişt gelê Dêrazorê bin. Em ê wan li dijî her curê êrîşan biparêzin. Bi taybet em ê weke YPJ’ê ji bo jinan çi ji destê me were bikin. Em amade ne ku ji bo zehmetiyên ku wan dijîne derbas bikin, her curê têkoşîn û fedakariyê bikin. Em weke YPJ li dijî zîhniyeta tarî yê DAÎŞ’ê şer kir, em hîna li dijî heman zîhniyetê şer dikin û têdikoşin. Wê ji niha şûnde jî bidome. Heta ku hemû jinan ji vê zîhniyet û zordariyê rizgar bikin wê têkoşîna me dewam bike.”