HDP: Zextên PDK’ê li ser Kurdên ji Bakûr zêdetir dibin

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku zexta  PDK’ê ya  li ser Kurdên Bakûrê Kurdistanê dewam dikin. 

Îro li Nûnertiya HDP’ê ya li bajarê Hewlerê  Başûrê Kurdistanê  daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Nunertiya HDP’ê Muzeyen Guneş axivî û diyar kir ku zextên Asayişa Hewlêrê ku ser bi PDK’ê ye careke dî dest pê kiriye. Her wiha Muzeyen Guneş got: “Beri hefteyekê asayişa Hewlêrê Ehmed Barbaros yê  ku ji Bakurê Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê vexwendine asayişê û ji wî re gotine ‘divê tu êdi neçî  avahiya HDP’ê ya Başûr û tevlî tu çalakiyên siyasî nebî û eger tu beşdarî çalakiyên siyasî bibî em ê te radesti dewleta Tirkiyê bikin. Asayîşa Hewlêrê ji bo ku Ehmed Barbaros Hewlêrê bi cih bihêle mehek dem ji bo wî diyar kirine.” 

Muzeyen Guneş bal kişande ser rewşa Hecî Ozen û wiha domand: “Hecî Ozen ku beriya bi şeş mehan li Hewlêrê ji aliyê asayîşê ve hatibû girtin û asayîşa Hewlêre her carê ji bo malbat û endamên HDP digot ne li gel me ye. Derket holê ku berî bi hefteyekê li asayişa Hewlêrê bû û asayişê ji bo wî radestî dewleta Tirk bikin, ew birine Soran, ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê.  Lê Hecî Ozen li gundê Mawana yê Bakurê Kurdistanê  karîbû xwe rizgar bike û niha jî li cihek bi ewle ye.”  

Hêjayî gotinê ye ku di nava 5 mehên dawî de asayîşa Hewlêrê ku ser bi PDK’ê  ye bi dehan Kurdên Bakur ku ji ber doza siyasî û zextên dewleta Tirk hatine Başûrê Kurdistanê ji herêmên di bin kontrola PDK’ê de dersînor kirine. Hinek li Silêmaniyê hinek ji derbazî Rojavayê Kurdistanê bûne.