HDP’yiyan ji bo Şaredariya Wanê mazbatayên xwe stendin

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbatayên hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê dan. Li gelek bajarên ku HDP’ê bi ferqek mezin qezenc kirî hê jî mazbata nehatiye dayîn.

Hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Mûstafa Avci, hevserokên HDP, DBP’ê yên Bajêr, parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazze Orhan û bi sedan welatî çûn avahiya YSK’ê û mazbataya şaredariyê wergirtin.

Li pêşiya avahiya YSK’ê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe daxuyanî da û bang li hikûmet û YSK’ê kir ku rêzê ji encamên hilbijartinê re bigirin.

Hevşaredarên Artêmetan û Tûşbayê ku ji bo mazbataya xwe bigrin çûn YSK’ê lê bi hinceta asteniya Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de mazbata nehate dayîn.