HDP: Wekîlên me ya rast kirin û tevlî merasîmê bûn

HDP'yiyan destnîşan kirin ku ew li pişt wekîlên xwe ne yên tevlî merasîma cenazeyê gerîla Mehmet Yakişir bûne.

Parlamenterên HDP'yî Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Yakişir bûn ketibûn ber lêpirsînê. Polîsên Tirk avêtibûn ser Mala Serxweşiyê ya li Lîce Dercîmtê. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li ser mijarê civînek li dar xist.

Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê pêk hat û parlamenterên HDP'yî Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farîsogûllari, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, Hevserokên HDP'ê yên bajêr Mehmet Şerîf Çamçi û Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşîde Toprak û rêveberên HDP'yî tevlî bûn.

'WEKÎLÊN ME YA RAST KIRIN'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Çamçi got, "Em Kurd, vê rejîmê û kiryarên wê ti carî qebûl nakin. Em dixwazin bêjin ku nerazîbûn, têkoşîn û berxwedana me ya li dijî vê yekê wê bibiryardarî bidome.

(...) Parlamenterên me Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari li gorî rastiya gel têkoşîna siyasî dimeşînin. Hûn çiqasî hewl bidin krîmînalîze bikin jî, wekîlên me li gorî rastî û pêwîstiya gelê me tevdigerin.

Em bi Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari serbilind in ku ji ber beşdariya li merasîma cenaze ketine ber lêpirsînê. Ji aliyê exlaqî û dînî ve bi ti awayî ne sûc e ku mirov tevlî merasîma cenazeyê gerîlayekî bibin, êşa malbata wî mirovî parve bikin û li cem wan bisekinin."

'HÛN HÊRSA GEL ZÊDE DIKIN'

Çamçi nerazîbûn nîşanî serdegirtina li mala serxweşiyê da û destnîşan kir ku ev yek hêrsa gel zêde dike. Çamçi êrîş bi tundî şermezar kir û got, "Em careke din radigihînin ku em ê bi dilsoziya bi nirên xwe vê têkoşînê bidomînin."

HDP'yî piştî daxuyaniay çapemeniyê berê xwe dan mala sersaxiyê ya Mehmet Yakişir ê HPG'yî.