HDP û partiyên Kurdan cara duyemîn civiyan

HDP piştî hefteyeke din tevî partiyên Kurdan ji bo Yekîtiya Neteweyî û hilbijartinên herêmî civiya.

HDP piştî hefteyeke din tevî partiyên Kurdan ji bo Yekîtiya Neteweyî û hilbijartinên herêmî civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, siyasetmedar Ahmet Turk, parlementerên HDP’ê Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz û Tayyîp Temel jî di nav de, heyet bi nûnerên OSP, KDP-T, KDP-Bakur, Tevgera Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê re civiya. Civîn li Amedê li Demîr Hotelê hate lidarxistin û nêzî 3 saetan domiya.

Hefteya borî jî HDP bi partiyên Kurd re civiyabû. Hate diyarkirin ku ev civîn li ser Yekîtiya Neteweyî û hilbijartinên herêmî ye. Têkildarî kitekitên civînê HDP’ê tu agahî neda.