HDP û KCD çûn serdana erdhejzedeyan

Heyeta HDP û KCD’ê îro çûn serdana gund û mezrayên Çewligê yên ku erd lê hejiyabû.

Li Çewligê bi pileya 5,7 erd hejiyabû û li navçeyên Kanîreş û Çêrmeyê 22 avahî hilweşiyabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Endamên Dîwana KCD’ê û rêveberên HDP’ê sibehê çûn serdana gund û mezrayên ku erd lê hejiyabû û avahî hilweşiyabûn.

Gel ji heyetê re diyar kir ku ew ji ber erdhejê nikarin têkevin malên xwe, ew di konan de ne û nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Erdhejzedeyan ji bo avakirina mal û axurên xwe banga alîkariyê kirin. Erdhejzedeyan diyar kirin ku axurên wan hilweşiyane û got “Me jî ji neçarî heywanên xwe li zozanan hişt. Em nikarin karê xwe bikin. Em bang dikin ku bila mal û axurên me werin çêkirin, yan na em ê nikaribin tiştekî bikin.”

Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî diyar kir ku ji bo mexdûriyeta erdhejzedeyan derbas bibe, wê dest bi hewldanan bikin.