HDP: Saet 21:00’ê em bibin dengê ûcdanan!

Hevseroka HDP’ê Kemalbay bang li gelan kir ku xwedî li Nobeta Ûcdan û Dadmendiyê derkevin û bang  û li ber xwe bidin. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay çû serdana "Nobeda Edalet û Ûcdanê" û got ku "Ez bang li gelê me dikin. Faşîzm hat lê wê bi xwe neçe. Wê berxwedan û têkoşîn bi ser bikeve." Kemalbay eşkere kir ku AKP'ê ji Kenan Evren û 28'ê Sibatê derbas kiriye û banga xwedî derketina çalakiyê kir.

"Nobeda Em Ranewestin, Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin" a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşengiya wê dike, di roja 2'yemîn de li Parka Ekîn Cerenê ya li Amedê dewam dike. Rixmê hemû astengiyan jî gel piştgiriyê dide "Nobeda Edalet û Ûcdanê". Wekîlên ku ji duh ve li parkê di nobedê de ne, îro Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay çû serdana wan û piştgirî da çalakiyê. Kemalbay bi çepikan hat pêşwazîkirin. Wekîlan dowîzên "Em Ranewestin, Bêjin Raweste", "Ji tecrîdê re na", "Em ê bi ser kevin" û "Mafê kedkaran nayê xespkirin" hildan. Piştî ziyaretê Kemalbay daxuyanî da çapemeniyê.

‘WÊ FAŞÎZIM BIXWE NEÇE’

Kemlbay diyar kir ku ji bo civak ji vê tariyê dekeve, ev çalakî gelekî girîng e û wiha axivî: "Ji bo gelê me bigihêje azadiyê em vê têkoşînê didin. Ez vê çalakiya ku ji duh ve hatiye destpêkirin silav dikim. Li Edliyeya Çaglayanê çapemenî dîl hatiye girtin, îro li vir nobeda ûcdan û edaletê heye. Duh rûniştina 5'ê Hezîranê bû. Heke li Tirkiyeyê edalet hebûya, wê komkujiya 5'ê Hezîranê pêk nahata. Heke bersûç bihatana girtin û ew derxistana pêşberî edaletê, wê komkujiyên Pirsûs û Enqereyê pêk nehatana. Ev rûyê deshilatdarî û hevkariyê jî radixe ber çavan. Duh kesê herî krîtîk ê dihat darizandin, serbest hat berdan. Ew kesekî ku di êrîşa Brukselê de cih girtî bû. Ji ber ku li dijî DAIŞ'ê tevdîr nehatiye girtin, gelê Tirkiyeyê di bin xetereyê de ye. Li Çaglayanê rojnameya Cumhuriyetê dîl hatiye girtin. Ji ber ku hiqûq tune û edalet tune, hin kes li vir nobedê digirin. Ez bang li gelê me dikim. Faşîzim hatiye lê dê bixwe neçe. Dê berxwedan û têkoşîn bi ser keve."

Kemalbay got ku "Hûn ji derbkarên berê hêj derbekartir in" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kes nikare vîna gel tune bihesibîne, daxwaza ku deriyê HDP'ê nifte bikin û tayînkirina qeyûman vê dide nîşan. Desthilatdarî îro fatheyê li ruhê Kenan Evren û 28'ê Sibatê dixwîne. Hûn çiqasî derbekar dibin bibin, em ê jî têkoşîn û berxwedanê bimeşînin. Em ê li dijî debeya we azadiyê biparezin."

BAYDEMÎR: EV TEVGER TEVGERA GANDÎ YE
 
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr bang li gel kir ku saet di 21.00'an de li Amedê bibin dengê ûcdanê û wiha axivî: "Em bi qorne, çepik û dengê xwe tecrîd û dorpêçê bişkînin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya "Em ranewestin, bêjin raweste, faşîzmê bidin rawestandin" li Parka Ekîn Cerenê ya Amedê berdewam dike. Nobeda ûcdan û edaletê rixmê astengiyan ji duh ve didome.

Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî û aşkera kir ku bi şev  saet di 21.00'an  li Amedê wê 5 deqeyan çalakiya dengderxistinê pêk bê û wiha axivî: "Werin em van hesinê dorpêçê ji holê rakin. Ev tevger tevgera Gandî ye. Ev banga me ji bo gelê Amedê ye. Ûcdan, edalet û azadî nirxên sedsala 21'emîn e. Em saet di 21.00'an de li Amedê bibin dengê ûcdanê. Rêbazeke rûxandina vê dorpêçê jî dengderxistin e. Bi qorne, çepik em tercîd û dorpêçê bişkînin. Ez bi bawerim ku wê qêrîna li vir bê bihîstin. Wê çalakiya me 7/24 saetan berdewam bike. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe, wê ev çalakiya me berdewam bike."

Piştî bangê wekîlên HDP'ê ji bo wekîlên girtî li nav parkê diçin û tên.