HDP ling da xebatên hilbijartinê

Rêxistina Bajêr a Semsûrê ya HDP'ê heta niha 3 buroyên hilbijartinê vekirin.

Rêxistina Bajêr a Semsûrê ya HDP'ê piştî du buroyên hilbijartinê yên li taxa Karapinarê, li taxa Bahçelîevlerê jî buroya sêyan a hilbijartinê bi lîlan û dîlanê, bi tevlêbûna gel vekir.

Namzetê HDP'ê yê Semsûrê Hasan Basrî  Yorûlmaz di merasîma vekirina buroyê de axivî û got, "Em ê şaşiyên AKP'ê yên 16 salan ji gel re bibêjin û 25'ê Hezîranê em ê welatê xwe ronî bikin."

Yorûlmaz bi domdarî wiha ji gel re axivî: "AKP'ê titina ku deriyê aboriyê yê Semsûrê bû, xwedêgiravî kire marka û li Semsûriyan qedexe kir. Weke siyasetmedarên berê yên Semsûrê, tenê armanceke wan parlamenterên AKP'ê heye yên ku diçine meclîsê. Li şûna ku ji derdê gel re bibin derman, bêrîka xwe tije dikin, hesabên xwe yên benqayan tije dikin. Ji bo Semsûrê kevirek li ser kevirekî nedanîn. Rêyeke ku diçe bajarên derdorê li Semsûrê çêkirin. Lê dema ku em ji sînorên Semsûrê dertên weke ku em çûbin Ewropayê, gelek ferq heye."