HDP li Wanê qedexe ye

Li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê zext li ser HDP'ê ye lê zexta li ser HDP'ê ya li Wanê hê girantir e. Ev 5 sal in li bajêr her cure çalakî hatine qedexekirin, nayê hiştin ku HDP xebatên siyasî yê partiyê jî bike.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê 20'ê Tîrmeha 2016'an Rewşa Awarte hate ragihandin, heta 20'ê Tîrmeha 2018'an 3 caran bi ser avahiyên bajêr ên HDP'ê û DBP'ê de hate girtin. Hevserok Okkeş Kava, Caziya Duman û Murat Sarisaç hatin girtin.

Piştî ku Rewşa Awaret qediya Walîtiya Wanê serê 15 rojan ragihand ku her cure çalakî hatine qedexekirin, ev qedexeyên 15 rojan neqediyan û ev 5 sal in didomin. Walîtiya Wanê ji 2018'an û wir ve ragihand ku 63 caran qedexeya çalakiyan hatiya dirêjkirin.

Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez sedema van qedexeyan bi nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve girêda. Paralelî daxuyaniya Waliyê Wanê 5 salan polîsan gelek caran bi ser HDP'ê de girt, bi sedan xebatkarên wê destgîr kirin, hema hema li ber deriyê HDP'ê qereqol danî. Li têketa avahiyê panzêrên polîsan ên bi zirxê giran, cîhazê guhdarîkirinê, mînîbûsên polîsan ên camê wan reş hene.

Piştî ku bi berfirehî nasnameyan seh dikin wiha Wanî dikarin têkevin avahiya partiyê. Ne tenê li avahiya HDP'ê, helîkoptêrên polîsan ku li ser bajêr digerin dîmeneke derasayî li bajêr didin, li kolanên herî şên ên bajêr wesayitên mezin ên polîsan hene.

Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan got li Wanê ku Rewşa Awarte nîne, kirinên rêveberiya jidiyayî hene. Dogan diyar kir Wanê weke navenda herêma Serhedê tê dîtin, bajarê mezin û saziyên civaka sivîl pir geş bûye û ev sedema sereke ya rûdanan. Dogan got, ''Li ti devera Tirkiyê ev kirin nînin, li Wanê hebûna van kirinan bala mirov dikişîne. Fikir ew e ku heke Wan bêdeng bimîne, bajarên derdorê jî wê bêdeng bimînin.

Qedexe ye ku partiya siyasî daxuyanî bide, kongreyê bike, mîtîngan bike. Ev qedexe li ser partiya me hatiye danîn. Li ber avahiya HDP'ê qereqol hatye danîn. Dema ku çalakî nebin jî tim wesayîtên polîsan hene. Çi kesê ku tê partiyê nasnameyên wan bi berfirehî kontrol dikin, zexta psîkolojîk tê kirin. Ev jî zexta psîkolojîk li ser mirovên me çêdike. Bi zext û zordariyê hûn nikarin daxwazên gel ji holê rakin. Ev ne pêkan e. ''