HDP'iyan serdana xizmên girtiyan kirin ên di grevê de ne

Parlamenter û hevşaredarên HDP'î serdana xizmên girtiyan kirin ên li Baroya Amedê di greva birçîbûnê de ne.

Parlamenter û hevşaredarên Amedê yên HDP'î serdana xizmên girtiyan kirin ên li Baroya Amedê ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûna ya li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari di dema serdanê de daxuyanî da û bal kişand ser rewşa çalakgerên li deverên cuda yên dinyayê di greva birçîbûnê de ne.

Farisogûllari ragihand, dayik ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne nobedê digirin û got, "Rewşa zarokên wan giran e. Di rewşeke wiha de nikarin pariyek nan bixwin. Dayik dibêjin, 'bila daxwaza zarokên me bê qebûlkirin'. Tevî ku girtî di greva birçîbûnê de ne zexteke giran li wan tê kirin û li hucreyên şexsekî tên bicihkirin."

Farisogûllari hişyarî da rayedarên dewletê û got, divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin.