HDP’iyan li Amedê serdana saziyên civaka sivîl kirin

Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê dewam dike. Di çarçoveya meşê de li Amedê serdana rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê hatin kirin, peyamên têkoşîna hevpar hatin dayîn.

HDP’ê ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve di 15’ê Hezîranê de dest bi “Meşa Demokrasiyê” kir. Meşa baskê Colemêrgê ya HDP’iyan li Amedê didome. Parlamenter û rêveberên HDP’ê ku duh gihîştin Amedê îro li Amedê çûn serdana rêxistinên civakî yên sivîl.

SERDANA BAROYA AMEDÊ

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Pero Dundar û rêveberên HDP’a Amedê ewilî çûn serdana Baroya Amedê. Rêveberiya Baroyê, şandeya HDP’ê pêşwazî kir. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di serdanê de got ew ji nêz ve astengî û mudaxileyên li dijî meşa HDP’ê dişopînin û ji bo têkoşîna azadî, demokrasî, hiqûq û edaletê wê li gel HDP’ê berdewam bike û ew piştevaniya vê daxwaza HDP’ê ya demokrasiyê dikin.

‘RÊ LI BER HIQÛQÊ HATIYE GIRTIN’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk anî ziman ku li Tirkiyê rê li ber hiqûqê hatiye girtin û got: “Di roja îroyîn de ne mimkin e meriv li Tirkiyê behsa hiqûqê û darazek bêalî bike. Her wiha heta pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk, aştî û azadî neyê çareserkirin, wê di her warî de pirsgirêk li Tirkiyê bidomin. Daxwaza meşa me daxwaza hemû gelê Kurd û gelên Tirkiyê ye.”

SERDANA PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN KIRIN

Şandeya HDP’ê piştî serdana Baroyê, çû serdana Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn û rêveberên ÎHD’ê şandeya HDP’ê pêşazîkirin. Di serdanê de Abdullah Zeytûn bal kişand zextên li ser HDP’ê û got meşa demokrasiyê ya HDP’ê gelek girîng dibînin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî da zanîn ku ji roja ÎHD hatiye damezrandin heta îro li dijî binpêkirina mafê mirovan rabûye û ew piştgiriyê didin xebata mafê mirovan a ÎHD’ê.

Piştî axaftina şandeyê civînê ji çapemeniyê re girtî domand.

Şande piştî serdana ÎHD’ê jî çû serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û rêveberên odeyê HDP’iyan pêşwazî kir.

SERDANA TMMOB, OHD Û ESP’Ê KIRIN

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya li gel wan çûn serdana TMMOB’ê, OHD û ESP’ê. Rêveberên saziyan şandeya HDP’ê û DBP’ê pêşwazîkirin. Di serdanan de rêveberên saziyan peyama piştgiriya meşa demokrasiyê ya HDP’ê dan.

Parlamenter Alîcan Onlu di serdanê de axivî û got ew hewl didin faşîzmê û zilmê têk bibin û Tirkiyê bi awayek demokratîk birêve bibin.

‘EM LI DIJÎ TECRÎTA LI ÎMRALIYÊ DIMEŞIN’

Parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Tayîp Temel, Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî MED TUHAD-FED’ê ziyaret kirin. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehemt Temîzyuz şandeya HDP’ê pêşwazî kir û destnîşan kir ku ew meşa HDP’ê destek dikin û divê hemû alî li dijî faşîzmê têbikoşin û tenê rêyek li dijî êrîşan heye ew jî berxwedan e.

Parlamenter Tayîp Temel jî di serdanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got: “Îqtîdarê div ê pêvajoya koronayê de jî rûyê xwe yê faşîst di mijara girtîgehan de da nîşandan. Ji bilî girtiyên siyasî hemû girtiyên sûcên krîmînal kirine berda. Ev meşa me di heman demê de ji bo piştgiriya girtiyên siyasî û rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Em li dijî tecrîta li Îmraliyê dimeşin. Ev meşa me li dijî hemû îşkence û binpêkirina mafan e.”

Şandeya HDP’ê piştî serdana MED TUHAD-FED’ê çû serdana Înîsiyatîfa Maf. Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin di serdanê de axivî û behsa armanca meşa demokrasiyê kir û got meşa wan armanc dike demokrasiyê bîne Tirkiyê.

ÇÛN SERDANA DAYIKÊN AŞTIYÊ

Şandeya HDP’ê ji vir çû serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê. Dayikan HDP’iyan pêşwazî kir. Parlamenter Tayîp Temel di serdanê de axaftinek kurt kir û got meşa wan daxwaza dayikan a bi salane ku aştî pêk were û êrişên li dijî gorên zarokên dayikan e.

Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek jî anî ziman ku meşa HDP’ê meşa aştiyê û azadiyê ye ku bi salane gelê Kurd hesret kiriye.

LI ERXENIYÊ ESNAF ZIYARET KIRIN

Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Siddik Taş, Hasan Ozguneş û Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî çûn serdana navçeya Erxeniyê û bi xelkê re hatin cem hev. Şandeya HDP’ê li kolan û kuçeyan esnaf û xelkê Erxeniyê ziyaret kir.

Şande piştî serdana xelkê û esnafan çû serdana esnafên li herêma pîşesaziyê û li rewşa wan pirsî. Şande piştî serdanê vegeriya navenda Amedê.