HDP'î li Rihayê bi coş hatin pêşwazîkirin

Rihayiyan bi coşeke mezin HDP'iyên tevlî Meşa Demokrasiyê bûn pêşwazî kirin. Gel astengiya polîs û jendermeyan nas nekir.

Baskê Colemêrgê yê Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê li Rihayê bi coş hate pêşwazîkirin. Meşvan li ketina Sêweregê bi kulîlkan û li Hîlwanê jî bi tilîlî û nîşaneyên serketinê hatin pêşwazîkirin.

Meşvan li pêşiya otobana bi 10 kîlometreyan dûrî navçeya Karakopruyê ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatin astengkirin, lê tevî vê jî ji aliyê Ruhayiyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.

Parlamenteran kulîlkên gel radestî Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emîne Çetîner û Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar kirin.

Meşvan ji navenda bajêr bi dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana HDP'ê" ber bi Dîlokê ve hatin birêkirin.

DERKETINA GEL JI AVAHIYÊ TÊ ASTENGKIRIN

Şêniyên ji Sêwereg, Bêrecûk, Serêkaniyê û Xelfetiyê ji bo pêşwazîkirina meşvanan ketin nava liv û tevgerê, li avahiyên HDP'ê yên navçeyan hatin astengkirin.