HDP’î li Amedê bi gel û dikandaran re hatin ba hev

HDP’iyên ku Meşa Demokrasiyê li Kurdistanê didomîne, li 4 navendên Amedê serdana gel û dikandaran kir.

Meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji du baskan ve ber bi Enqerê dabû destpêkirin dewam dike. Heyeta HDP’ê di nava rojê de li Sûr, Yenîşehîr, Peyîzava û Rezanê yên Emedê serdana gel û dikandaran kir. Heyet ji aliyê gel û dikandaran ve bi coş hate pêşwazîkirin.

SÛR

Di nava heyetê de ku hate pêşiya avahiya HDP’ê ya Sûrê, Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu û Habîb Eksîk cih girtin, dîsa li vir endamên MYK û PM’ê yên HDP’ê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê ya navçeya sûrê Hatûn Yildiz û Zulfîkar Odabaşî jî cih li gel wan girt. Dikandar û welatiyan bi coş heyeta HDP’ê pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de dikandaran gazincên xwe yên ji ber krîzên aborî vegotin. Hinek dikandaran gotin: “Wer bûye ku êdî ne dawiya mehê nîva mehê difikirin, ew tenê derdê wan deng komkirine. Ew nabêjin bê ka ev gel çi dike?’ Li aliyê din Melek Ahmed ê HDP’î li ser Rêya Gazî û derdorî Mardîn Kapi serdana dikandaran kir.

YENÎŞEHÎR

Heyeta ku serdana avahiya HDP’ê ya Peyîzava kir û dest bi serdanê kir. Di nava heyetê de parlementerên HDP’ê Şevîn Coşkûn Mansûr Işik, endamên MYK a HDP’ê û PM’ê, endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê jî cihê xwe girtin. Heyeta ku silav dan esnafên li ser rêya Ekîncîler, Gevran, Stasyon, kolana Kişla û PTT’ê bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.Heyetê li vir gel û dikandar ji meşê agahdar kirin û diyar kir ku wê bi gel bigihêjin serketinê.

REZAN

Parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Marûta Çepnî, Tulay Hatîmogûllari, endamên MYK a HDP’ê, Velî Saçilik, rêxistina HDP’ê û BDP’ê yên Rezanê serdana dikandarên li ser Rêya Sakarya û Emekê kirin. Di dema serdanê de jinan ji bo wekîlan gotin: “Em meşa we dişopînin.Em têkoşîna we dibînin. Şewb nebûya me wê we himêz bikira, neçarîn ji dûr ve we silav bikin.”

Hinek dikandaran gotin: “Em nikarin xwe xwedî bikin, pere tine, niha 10 TL bexşînê dixwazin.Heta qirikê hatiye, ger ku qirikê derbas bike tu kes nikare gel rawestîne. Em dizanin ku HDP li gel me ye, em ê bi HDP’ê re bi ser bikevin û ser bikevin.”

PEYÎZAVA

HDP’li heyetin yarın sabah saat 10.00’da Ava Petrol önünde kitlesel bir şekilde Adana’ya uğurlanması bekleniyor.

Heyet li Peyîzava jî bi gel re civiyan. Di nava heyetê de ji wekîlên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mahmeût Togûrl, Nûsrettîn Maçîn, Îmam Taşçîer, Hevşseredarê Peyîzava Davût Kesen endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li gel hevşaredar û rêveberên HDP’ê yên navçeyê cihê xwe girtin. Heyet bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin. Kesekî di dema serdanê de got: “Em gel dixwazin l igel we bimeşin, lê ev sîstem rê nade ku em li gel we bimşin.” Wekîlan jî got: “Em bi hev re dimeşin, em ê bi we re heta Enqerê bimeşin.”

Heyet piştre derbasî avahiya Peyîzava bû û dawî li serdanan anî.