HDP’ê sersaxî ji xelkê Silêmanî û Herêma Kurdistanê re xwest

Hevberdevkên Komîsyona Karûbarên Derve ya HDP’ê têkildarê teqîna doh şev ya li Silêmaniyê daxuyaniyek da û sersaxî ji xelkê Silêmanî û Herêma Kurdistanê re xwest.

Hevberdevkên Komîsyona Karûbarên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy di derbarê teqîna doh bi şev ya li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê pêk hat û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Di êvara 17’ê Mijdarê de li Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê teqînek rû da. Li gorî zanyariyên fermî tankeke LPG teqiyaye û 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, 12 kes jî birîndar bûne. Em ji ber vê teqînê û encamên wê yên mirovî gelek xemgîn in. Serê hemû malbatên qurbaniyan, serê gelê Silêmaniyê û serê hemû gelê Herêma Kurdistanê sax be. Em ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin demildest tendûristiya wan baş be.”