HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 5 gerîlayên li Şemzînanê 25'ê Gulanê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî li ser malpera HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:

"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji sala 2015'an û vir ve hemû derfetên dewletê seferber kiriye û li Kurdistanê şerekî giran dike. Di şer de ku bi êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê tê kirin, hêzên me yên gerîla bi berxwedaneke bê eman pêşî li hemû planên dijmin digirin. Bi berxwedana bê eman û destanî ya hêzên me yên gerîla ku îro li her devera Kurdistanê bi cih bûne, şerekî lehengî li dijî dijmin tê kirin. Berxwedana fedayî ya hêzên me yên gerîla ku derbên giran li dijmin dixe, dijmin şaşwaz kiriye û desthilatdariya AKP-MHP'ê aniye asta tinebûnê. Sekna her hevaleke/î me ku di nava têkoşîna azadiyê de bi rengekî fedayî şer kir û şehîd bû, garantiya paşeroja gelê Kurd e. Yek ji berxwedana dîrokî ya hêzên me yên gerîla, 25'ê Gulana 2018'an li qada Şikêra Spî ya li herêma Gelîşîm a navçeya Şemzînan a Colemêrgê rû da. Di vî şerî de hevalên me Arjîn, Zeynep, Firat, Mahsûm û Mazlûm bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Arjîn Ronahî
Nav paşnav: Elîf Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Hanîfe-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Nasnav: Firat Mahîr
Nav paşnav: Fethûllah Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Asiye-Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Nasnav: Mahsûm Întîkam
Nav paşnav: Mahmûd El Hasan
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Meryem-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Nasnav: Mazlûm Karakoçan
Nav paşnav: Hakan Selçûk
Cihê jidayikbûnê: Xarpêt
Dayik-Bav: Gulnaz-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Nasnav: Zeynep Rojda
Nav paşnav: Eda Mahçûp
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Dayik-Bav: Rabîa-Yuksel
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Gulana 2018 / Colemêrg