HDP'ê li Wanê dest bi karê ji bo hilbijartinê kir

Rêxistina HDP'ê ya Wanê dest bi karê hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê kir. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede got; "Tifaqa AKP-MHP'ê nikare welêt bi rê ve bibe. HDP wê di hilbijartinan de bi ser bikeve."

Têkildarî hilbijartinan Rêxistina HDP'ê ya Wanê li avahiya partiyê civîn li darxist. Gelê Wanê jî eleqeyek mezin nîşanî civînê da. Hevserokên HDP'ê yên bajêr Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan, Endama Desteya Rêvebriya Navendî ya HDP'ê Zahîde Besî, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûrat Sarisaç, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Saîm Îpekten, Bariş Oflas, hevşaredarên şaredariyên hatine desteserkirin, Dayikên Aştiyê, aktivîsên TJA , berdevkên KCD û nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl beşdarî civînê bûn.

'LI XWE MIKÛRHATIN KU NIKARIN WELAT BIRÊVEBIBIN'

Hevserokê HDP'ê yê WAN’ê Umît Dede bang li gelê Wanê kir ku beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê li derdora HDP’ê bibin xelek.  Dede got, ku wê bi ruhê sefeberiyê tevlî hilbijartinan bibin û diyar kir ku biryara hilbijartinên pêşwext li xwe mikurhatina desthilatdariyê ku nikare welat birêve bibe.

'EM AMADE NE'

Dede diyar kir ku weke HDP ji bo hilbijartinan amade ne û wiha domand; "Mikurhatinên ku nikarin welat birêve bibin bi taybet ji bo gelê Kurd û gelê Tirkiye û Rojhilata navîn tê wateya rojên xweş wê bê dîtin. Bi vê bawerî û moralê em ê biçin hilbijartinan. Meha Hezîranê ji bo HDP’ê mehek  xweşe, hêviye. Weke 7’ê Hezîranê em ê bi rêjeyek mezin hilbijartinên 24’ê Hezîranê pêşwazî bikin."

Dede herî dawî got "Em 30 sal in di şert û mercên Rewşa Awarte de diçin hilbijartinê. Em ê têkoşînê geştir bikin."