HDP’ê li Peyîzava û Elbakê buro vekirin

HDP’ê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li navçeya Peyîzava û Elbakê yên Wanê bi girsey buroyên hilbijartinê vekirin.

HDP ji bo xebatên hilbijartinê li navçeya Peyîzava û Elbakê yên Wanê bi şêweyeke girseyî buroyên hilbijartinê vekirin. HDP’yî destpêkê li navenda bajar bi konvoya ber bi navçeya Peyîzavayê ve ketin rê û li pêşiya avahiya buroyê bi dihol û zirneyê govend gerandin. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, Hevserokên HDP’ê yên bajar Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, bernamzetên parlemeterê HDP’ê, Ativîstên TJA, KCD û gelek kes di vekirina buroyê de amade bûn. Li vir Alî Atalan axivî û got: “Em niha şahidiyê ji hilbijartineke din a ku di Rewşa Awarte de tê kirin, dikin. Niha dorî me bi wesayîtaên zirxî û TOMA’yan dorpêç kiriye. Em ê bi vê girseyê carekî din polîtîkaya tirsê ya AKP’ê têk dibin.

Piştî axaftinê bi vekirina buroyê re gel govend gerandin.

Dîsa ji Peyîzavayê bi konvoyan berê xwe dan Elbakê. Li vir jî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bi lez dom dike. Atalan di axaftina xwe ya li vir de jî ev tişt anî ziman: “Gelê Elbakê gelekî bi rûmet e. Çawa ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê dîsa 1’ê Mijdarê niha jî li bendê ne ku di 24’ê Hezîranê de jî ji sedî sed tevlî hilbijartinê bibin. Em li vî welatî jiyaneke demokratîk, azad, wekhev û bi edalet dixwazin.”

Piştî axaftinan û şûnde buro bi tilîlî û çepikan hate vekirin, HDP’yiyan li gel muzîkan govend gerandin.