HDP'ê li Cizîrê dest bi xebatên hilbijartinê kir

Rêxistina HDP'ê ya navçeya Cizîrê dest bi xebatên xwe yên hilbijartina pêşwext kir ku tê payîn 24’ê Hezîranê bê kirin.

Rêxistina navçeya Cizîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dorhêla xebatên hilbijartinê de li bajêr bi gel re civînek pêk anî. Civîn li avahiya partiyê pêk hat. Ji pêkhateyên HDP’ê hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Cizîrê jî tevli civînê bûn. Di civînê de hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Alî Akdenîz axivî û di derbarê komîsyonên ku wê di amadekariya hilbijartinê de bê avakirin de agahî dan. 

Piştî agahiyên hatî kirin endamên partiyê bi çepikan piştgiriya xwe ya ji bo hilbijartinê raber kirin.