HDP’ê ji bo Wêranşarê serî li YSK’ê da

HDP’ê li Wêranşarê ji bo hejmartina 6 hezar û 607 dengên ku hatine betalkirin serî li YSK’ê da.

Li navçeya Wêranşar a Rihayê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de li gorî encamên ne fermî namzetê AKP’ê Salih Ekîncî 37 hezar û 330 deng, namzetên hevşaredarên HDP’ê Hidir Oktay û Roza Yazmaci 36 hezar û 573 deng girt. Ferqa di navberê de tenê 757 deng e û li navçeyê 6 hezar û 607 deng hatibûn betal kirin. HDP’ê ji bo hejmartina dengên hatine betal kirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Bajêr dabû lê serlêdan hatibûn red kirin. HDP wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bide.

Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê di dema ku pêvajoya îtîrazê ya HDP’ê didomiya de mazbata dabû Salih Ekîncî yê AKP’yî.