HDP'ê ji bo Şemzînan û Bajêrganê îtiraza awarte kir

HDP'ê bi rengekî awarte serî li YSK'ê da û jê xwest, qeyda hilbijêran a nelirê ya hilbijartinên 31'ê Adarê yên li Şemzînan û Bajêrganê lêkolîn bike û li van her du deveran hilbijartina xwecihî jinûve bike.

HDP diyar dike, li navçeya Şemzînan û bajarokê Bajêrgan ê Geverê yên Colemêrgê di dengdana hilbijêran de karên ne li rê hatine kirin.

HDP'ê 'îtiraza awarte' li Desteya Hilbijartinê ya Bilind kir û bi bîr xist, li Şemzînanê HDP'ê 3 hezar 303 deng, AKP'ê jî 3 hezar 447 deng wergirtine, lewma di navbera wan de tenê 154 deng hene.

Di serlêdana îtirazê de hate ragihandin, li 8 adresên cuda bi giştî qeyda hezar 976 hilbijêran hatiye tespîtkirin.

HDP'ê diyar kir, heman rewş li Bajêrganê jî heye û ragihand, li 6 navnîşanên cuda qeyda 691 hilbijêrî hatiye tespîtkirin. Li gorî encamên fermî yên bajarokê Bajêrganê AKP'ê 915, HDP'ê jî 838 deng wergirtibûn.

HDP'ê xwest, li Şemzînanê û Bajêrganê lêkolîna vê yekê bê kirin û jinûve hilbijartin pêk were.