HDP’ê bang li hilbijêran kir: Qeydên xwe kontrol bikin!

HDP’ê ‘nelirêtiya listeya hilbijêran’ yên li Sêrt, Çewlik, Colemêrg, Bedlis û Êlihê eşkere kir. Parlamenter Meral Daniş Beştaş bang li her kesî kir ku qeydên xwe kontrol bikin.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, têkildarî nelirêtiyên qeydên hilbijêran ên li bajarên Kurdistanê li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamenterê HDP'ê Tiryakî got; “Em dixwazin her kesî der barê hilbijartinê de hişyar bikin. Me ev yek di hilbijartina 24'ê Hezîrane de dît. Li navçeya Hozadê ya Dersimê di sindoqa hêjmar 1016'an de 9 hilbijêr hene, lê 85 hilbijêran deng li wir dane. Li navçeya Elke ya Şirnexê di sindoqa hêjmar 1025'an de 24 hilbijêr hene, lê 162 kesan deng daye. Gelek mînakên bi vî rengî hene.”

Tiryakî, anî ziman ku kesekî li Amedê tê girtin wan dişînin girtîgehên Silivrî, û bajarên din û nikare dengê xwe li herêma xwe bide. Tiryakî, bang li hemû hilbijêran kir ku heta 17'ê Çile biçin qeydên xwe kontrol bikin û yên şaş rast bikin.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku wan sindoq bi sindoq belge lêkolîn kirine û wiha got: "AKP her tiştî dike, eşkere diziyê dike. Heta niha hilbijartina demokratîk pêk nehat. Li navnîşanekê hezar û 108 hilbijêr qeyd kirin. Em her tiştî dişopînin. Em ê van şaşî û nelirêtiyan teşhîr bikin. Li Kolana Komando ya Êlihê li daîreya hêjmar 366'an 189 hilbijêr, li Çewlîkê li deriyê hêjmar 26 224 hilbijêr, li Bedlisê li kolana Çevreyolû li navnîşanekê 338 hilbijêr, li navnîşanek Colemêrgê jî Hezar û 108, li Çelê li navnîşanekê 627 hilbijêr hatin qeydkirin. Ji ber vê yekê divê her kes biçin qeydên xwe kontrol bikin."