HDP’ê bang li hêzên Başûr kir: Bêdeng nemînin

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihand yên li hemberî êrişên dagirkeriyê bêdeng dimînin wê di bin berpirsiyartiyên giran de bimînin.

Li bajarê Hewlêrê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Hevesrokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xatîb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, bi ti awayî pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nake, berovajî pirsgirêka aborî, siyasî û civakî kûrtir dike.

Daxuyanî wiha dom kir; “Ên ku li hemberî êrişan bêdeng dimînin, wê berpirsyartiyek mezin a faşîzmê bikeve ser stûyê wan. Bang li hemû azadîxwazan dikîn, bêdeng nemînin û nebin sedema dirêjkirina temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin; “Em bang li hemû rêxistin, hêzên siyasî dikîn, hemberî êrişan xwedî helwest bin.”

Herî dawî jî li ser pirsa derbarê helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê ya derbarê êrişan de, Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Hîkmet got; “Ger Kurdistan yek parçeye, wê demê mafê hemû Kurdan heye li cihek Kurdistanê bijîn. Ji bo vê bêdengî û bersiva wan ya hatî dayîn, ne exlaqiye.”