HDP: Dixwazin Şengalê ji Êzîdiyan paqij bikin

Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Azad Bariş, têkildarî 5’emîn salvegera komkujiya Êzidiyan daxuyanî da û got: "Em Jenosîda Êzidiyan û silsileya fermanan şermezar dikin.”

Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Azad Bariş li ser navê HDP'ê têkildarî komkujiya Êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek nivîskî weşand. Bariş komkujî şermezar kir û wiha got: "Di 3’ê Tebaxa 2014’an de rûpeleke reş û tarî li dîroka vê axa qedîm hat zêdekirin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê dewletên deverê û hêzên emperyalîst ve têne destekkirin, êrîşî Şengalê kirin û jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî qetil kirin. Bi hezaran kes dîl girtin, bi sed hezaran kes koçber kir û komkujiyeke mezin pêk anî. Piştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran wek kole hatin firotin."

‘BI VÊ ÊRÎŞÊ RE RÛPELEKE REŞ LI DÎROKÊ HATE ZÊDEKIRIN’

Bariş, di daxuyaniyê de anî ziman ku ev êrîşa hovane ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat kirin, bi xisareke mirovî ya mezin, texrîbateke wijdanî û koçberî û penaberî encam da û rûxandineke mezin bi xwe re anî û wiha lê zêde kir: "Bi vê êrîşê re rûpeleke reş li dîrokê hat zêdekirin û ev êrîş wek Fermana 73’yemîn di hişûbîra gelê me yê Êzidî de bi cih girt. Gelê Êzidî yê ku li Mezopotamyaya qedîm bi hezaran salan e dijî, bi dirêjahiya dîrokê  her û her rastî komkujiyan û koçberî û penaberiyê hat. Lê li dijî van silsileya fermanan û komkujiyan, gelê Êzidî tim li baweriya xwe, li ziman û çanda xwe û li hebûna xwe xwedî derket û wê ji îro şûn ve jî derkeve. Êrîşa di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat, ji aliyê Parlemana Ewropayê ve wek “Jenosîda Êzidiyan” hat naskirin. Sazî û dezgehên navneteweyî di raportên xwe de ev êrîş wek “sûcên li dijî mirovahiyê” pênase kirin, lê desthilatiya siyasî ya li Tirkiyeyê ev komkujî bi awayekî fermî şermezar nekir û helwestek li dijî wê nîşan neda. Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Neteweyên Yekgirtî, daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî kir da ku vê qetlîamê wek “jenosîd” binase. Piştî wê jenosîdê, Êzidiyên ku bi neçarî li Tirkiyeyê bi cih bûbûn, rastî zext û cudakariyê hatin. Kampên ku bi piştgiriya şaredariyan hatibûn vekirin, ji aliyê qeyiman ve hatin girtin û Êzidî cardin hatin koçberkirin.

'DIXWAZIN ŞENGALÊ BIKIN CIHEKÎ BÊ ÊZIDÎ Û BÊ KURD'

Bariş, bal kişand ser polîtikayên heyî yên li dijî Êzidiyan û wiha berdewam kir: "Di ser êrîşên 3’ê Tebaxa 2014’an re 5 sal derbas bûn, lê birînên Êzidiyên Şengalê hê jî nehatine dermankirin. Îro jî gefên koçberiyê û dagirkirinê li Êzidiyan û li Şengalê tên xwarin û dixwazin ku Şengalê bikin cihekî bê Êzidî û bê Kurd. Mixabin îro jî Êzidî bi xetereya komkujiyan re rûbirû ne. Hin dewletên herêmê dixwazin ku fermana 73’emîn a ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû destpêkirin, bigihînin armancê û wê temam bikin. Divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê xetereyê bêdeng nemînin û bi berpirsyarî tevbigerin. Em nahêlin Şengal ji Kurdên Êzidî bê paqijkirin. Divê şert û mercên mirovî yên Şengalê bên başkirin û Êzidiyên ku ji wir koçber bûne vegerin ser axa xwe ya qedîm û fikarên ewlehiyê yên wan ji holê bên rakirin."

BANGA TÊKOŞÎNÊ LI MIROVAHIYÊ HATE KIRIN

Bariş herî dawî anî ziman ku di 5’emin salvegera Komkujiya Şengalê de, ku wek fermana 73’yemîn di hişûbîra Êzidiyan de cih girtiye û hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi dilekî xemgîn bi bîr tînin û wiha got: "Em banga têkoşîna li dijî komkujiyê li tevahiya mirovahiyê dikin. Em bangî hemû mirovahiyê dikin, da ku li dijî jenosîd, komkujî û qetlîaman bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin."