HDP, DBP, KCD û TJA'yê ji bo 1'ê Gulanê peyameke hevpar dan

HDP, DBP, KCD û TJA'yê li Amedê ragihandin ku 1'ê Gulanê wê bi hêza ji Newrozê û 8'ê Adarê hatî wergirtin, li hemberî kuştinên kar û li hemberî şer bê pîrozkirin.

Rêxistinên bajarê Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA)’yê beriya 1'ê Gulanê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Daxuyaniya hevpar a li avahiya HDP’ê ya bajêr a Amedê ji hêla hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn ve hate xwendin.

'NA JI ŞER, REWŞA AWARTE Û KUŞTINÊN KAR RE!'

Bûlûttekîn bang li her kesî kir ku tevli mîtînga 1'ê Gulanê ya li Qada Stasyonê bibin û anî ziman ku îsal wê bi dirûşma "NA ji kuştinên kar, ji karê bê ewle re, ji rewşa awarte û şer re' tevli pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin. Bûlûttekîn got, 1'ê Gulanê roja karkeran e ku bi salan e bi daxwaza jiyaneke mirovane bedelan didin û li ser van bedelan têkoşînek hatiye afirandin. Bûlûttekîn bal kişand ser guhertina qanûnî ya li ser 'kadroyên taşeron' û got, "Vê yekê bê ewlehî û cihêkariya navbera karkeran zêde kir. Xwemalîkirina ku hê tê kirin, bê ewlehiyê li ser karkeran ferz dike. Hejmara kesên di kar de jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibin. Lê dadgeh cezayên welê sivik didin kujeran, mîna ku xelatê dide wan."

'EM Ê BI HÊZA 8'Ê ADAR Û NEWROZ'Ê TEVLI BIBIN...'

Hevseroka HDP'ê ya bajêr Fîlîz Bûlûttekîn got ku li hemberî ferzkirinên desthiladariyê yên kolekirina karkeran wê bi hêza ji 8'ê Adarê û Newrozê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Bûlûttekîn diyar kir ku wê Hevserokê Giştî yê hDP'ê Sezaî Temellî jî beşdarî pîrozbahiya li Amedê bibe.