HDP bû mêvanê ‘Sofreya Edaletê’ ya malbata Şenyaşar

Wekîlên HDP’ê yên Rihayê û rêxistina bajêr bûn mêvanê ‘Sofreya Edaletê’ ya ku malbata Şenyaşar ku 395 rojin têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomîne, li ber avahiya edliyeyê danîbû.

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an li ber avahiya Edliyeya Rihayê dayî destpêkirin di roja 394’an de dom dike.

Dayik û kurê wê ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin Edliyeya Rihayê, li qada ku lê nobetê digirin, rojiya xwe vekirin.

Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, nûnerên Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û gelek mêvanên partiyê bûn mêvanê "Sofreya Edaletê" ya malbatê.

‘PÊWÎSTE YÊN KU Dİ QETLÎAMÊ DE CİH GİRTİNE BÊN DARİZANDİN'

Ayşe Surucu ya HDP’yî beriya fitarê derbarê daxwazên ji bo ‘Edaletê’ ya malbata Şenyaşar û têkoşîna wan axivî û got, “Nobeta edaletê ya malbatê 395 roj li pey xwe hişt. Malbat ji bo edaletê li ber edliyeyê ye. Weke HDP’ê me îro bi dayika Emîne re xwarina fitarê vekir. Weke HDP em ê heta dawiyê li pişt malbata xwe bin. Edalet herî zêde ji vê xakê re pêwîst e. Tişta ku malbata Şenyaşar jiyan kirî mînak e. Heta ku ji bo malbata Şenyaşar edaletek rast neyê dabînkirin kes nikare behsa edaletê bike. Divê demildest rayedar daxwazên malbatê qebûl bikin û kesên di êrîşê de cih girtine û tevlî komkujiyê bûne bên darizandin. Divê sûcdar bên cezakirin. Remezan wekî meha edalet û aştiyê tê zanîn. Divê di vê mehê de edalet pêk were. Divê dadgeh bi ruhê vê mehê biryarê bidin. Divê erkên xwe pêk bînin.”

Piştî bangê fitar bi duayên bi daxwaza "Edaletê" hat vekirin.