HDP: Bîra Sûrê ji holê radikin

HDP’ê bertek nîşan da ku li navçeya Sûrê ê 14 parsel ji bo firotinê hatine amadekirin û got, “Ji rikê hişmendiya dagirkeriyê em ê bi gelê xwe re mil bi mil, 31’ê Adarê serketinê bidestbixin.”

Qeyyûmê dagirkeriyê Abdullah Çiftçi ku şeredariya navçeya Sûrê ya Amedê bi zordestî desteser kiriye, ragihandin ku 14 eraziyên di nav sînorê Zanîngeha Dîcleyê de cih digire û yên şaredariyê ne, derxistine firotinê. Qeyyûmê dagirkeriyê beriya hilbijartinê mal û milkê şaredariyê daye ber firotinê. Partiya demokratîk a gelan li avahiya partiya xwe ya li Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Selçuk Mizrakli, Remziye Tosun û rêveberên bajêr û endamên wê tevlî bûn. Li ser navê HDP’ê Remziye Tosun daxuyanî xwend.

'WALIYÊ DAGIRKERIYÊ!'

Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn di civînê de axivî û bal kişand ser nelirêtiyên qeyûmên desthilatedariyê yên tayînê şaredariyên DBP’ê kirin. Tosûn, diyar kir ku qeyûm hêza xwe ji desthilatdariyê digirin û wiha got: “Li Amedê nêzî 2 hefte ne qeyûm pankartên ‘Ji Şaredariya Sûrê eraziyên firotinê’ bi cadeyan ve kirine. Vê yekê carek din dan nîşandan ku hişmendiya talanker çiqas belav bûye. Berî hilbijartina herêmî dixwazin hemû mal û milkên şaredariyan bifiroşin. Ez teqez nayê qebûl kirin. Qeyûm êdî sinorên xwe derbas dikin û li Sûrê dixwazin 14 erazî aîdî şaredariyê ne bifiroşin. Ev li dijî exlaqê ye û her ku diçe alîgirin qeyûmên desthilatdariyê dixwazin Sûrê talan bikin.”

‘GEL NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKIN’

Tosûn, anî ziman ku bi firotina erseyen Sûrê dixwazin nasnameya dîrokî ya Sûrê tune bikin û wiha bilêv kir: “Li bajêr qedîm Sûrê, ev demek dirêje qedexeyek bêexlaqî, bêhiqûqî, ne siyasî û ne mirovahiyê  berdewam dike. Weke ku li civakê hatibe girtin, gelê Sûrê neçarî koçberiyê dikin. Dibin navê veguhestina bajarvaniyê de, hafize, dîrok û civaknasiya Sûrê winda dikin. Dixwazin Sûrê bê rih bikin. Niha jî vî bajarê dîrokî pêşkêşî alîgirên xwe dikin.”

'EM DESTÛR NADIN RANTA PARÇEKIRINÊ’

Tosûn, da zanîn ku li şaredariyên bajarên din ên qeyûm tayînê wan hatin kirin jî, heman rewş tê jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em destûr nedin ranta parçekirina Amedê û li dijî hişmendiya dagirker em bang li gelê xwe dikin ku di 31’ê Adarê mil bidin milê hev û qeyûman ji bajarên xwe derbixin. Em destûr nedin ku mal û milkên şaredariyên me bifiroşin.”