HDP: Berpirsên karesata şapeya li Wanê nehatin darizandin

Rêxistina HDP’ê ya Wanê diyar kir ku salek berê li ser rêya Serayê ji ber şapeyê 42 kes miribûn û berpirsên vê karesatê nehatine darizandin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê derbarê karesata şapeyê ya ku salek berê li ser rêya Serayê pêk hatibû û 42 kes miribûn, li avahiya partiyê daxuyanî da.

Rêveberê HDP’ê Wanê Omer Işik diyar kir ku şapeya duyemîn a di 5’ê Sibatê de ji ber bêtevdîriyê pêk hatiye û got, “Şapeya roja pêşîn karesateke xwezayî bû lê ji ber şova siyasî ya parlementera berê ya AKP’ê Gulşen Orhan, ev karesat bûye qetlîam. Lêpirsîna li ser karesatê negihiştiye encamê û tu berpirs jî nehatine darizandin.”

NELIRÊTIYA TUNELÊ

Işık diyar kir ku li ser rêya ku şape lê çêbûye îddîayê nelirêtiya tunelê jî nehatine lêkolîn û got, “Ligel ku gelek îhaleyên tunelê hatin çêkirin jî bi tenê tunelek hatiye çêkirin û ev tunel jî li cihê rast nehatiye çêkirin. Li gorî îddîayan fîrmayê ji bo çêkirina du tunelan 52 mîlyon lîra stendiye lê ji dêvila du tunelan bi tenê tunelek hatiye çêkirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku berpirsên qetlîamê desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.”

Işık di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatan re xwest ên ku xizmên di şapeyê de jiyana xwe ji dest dabûn.