HDBH: Yekane rêya rizgariyê şoreşa yekbûyî ye

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand, gerîlayên fermandariya hevpar şoreşa yekbûyî mezin dikin.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, gerîlayên fermandariyên hevpar 18'ê Nîsanê û 1'ê Hezîranê li Agirî û Îdirê çalakî kirine û di encamê de gelek leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de zext û zilma rejîma AKP-MHP'ê hate bibîrxistin û hate ragihandin, zêdebûna zordariyê nîşan dide ku serdest lawaz bûne û di pêvajoya têkçûnê de ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezîfeya me ew e ku vê pêvajoya têkçûna wan hîn zû pêk bînin û vê sîstema zilmê tevî xwediyên wê ji holê rakin." Komîteya Rêveber a HBDH'ê diyar kir, sîstema tarî ya ku jiyan li gelan herimandine divê bê hilweşandin û destnîşan kir yekane rêya rizgariya gelan têkoşîna şoreşgerî û şoreşa yekbûyî ye.

Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên li Agirî û Îdirê hate gotin, "Hêzên HBDH'ê wê li her qadên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşînê mezin bikin û teqez bi ser bikevin."