HBDH’ê li Sêrtê çalakiyek kir

Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH’ê li dijî kamyona ku lojîstik dibir ji dewleta Tirk a dagirker re bi bombeyên destan çalakiyek kir.

Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a dagirker her roj plan û progandaya dagirkeriya li ser Rojava dike. Bi sûîkast, bomberdûman û qetlîamên bi plan bênavber êrîşan dike. Dibêje qey dema ew firsendê bibîne wê bikaribe Rojava dagir bike û şoreşa Rojava biqedîne! Em li hemberî van planên dagirkeriyê bêdeng namînin û em ê bêdeng nemînin. Em ê li pişt eniyan li artêşa Tirk a dagirker bixînin û mirazê wan di qirika wan de bimîne.

Em Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH’ê di 30’ê Tebaxê saet di 22.50’an de em ê li dijî xeta lojîstîkê ya dijmin a li Sêrtê çalakiyek kir. Kamyona ku ji yekeyên leşkerî re techîzat dibir, bi bombeyên destan bû hedefa hêzên me. Piştî çalakiyê hêzên me bi selametî ji herêmê derketin.”