Hamid: PDK weke saziyeke dij destkeftiyên Kurdistanê kar dike

Çavdêrê Siyasî Niyaz Hamid têkildarî helwesta PDK’ê ya li beramber êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê got:“ Ev partî weke komeke siyasî tevger nake. Beşek e ji saziya şerê taybet ê li dijî destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê."

Têkildarî bûyer û pêşketinên demê dawî ya li Başûrê Kurdistanê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û taybet Heftanînê, her wiha helwesta Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) a li beramber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, hevkarî û nokeriya sîxûran a li gel artêşa Tirk Çavdêrê Siyasî Niyaz Hamid ji ANF’ê re nirxand.

Hamid diyar kir ku dîroka dewleta Tirkiye ya sed salên nêz diyar e li ber çav e, armanca wê ne tenê dagirkirina Bakurê Kurdistan heman demê li kû dibe çawa dibe tinekirina Kurdan e. Hamid bal kişand ku dewleta Tirk dixwaze li hemû parçeyên Kurdistanê dagirkeriya xwe pêk bîne û got: “Ji bo wê ye ku operasyonên ser sînor ewqasî tê kirin. Her tevgerekî azadîxwaz a PKK’ê li parçeyek Kurdistanê bibîne ji vê ditirse û ji bo xwe xeterî dibîne.”

‘HEMÛ SERHILDAN Û ŞOREŞÊN KURD BI KOMKUJIYÊ SER GIRTIYE’

Niyaz Hamid bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan û nêzîkatiya wê ya li gel muxalefetê û wiha nirxand: “Di dîroka komarê ya Tirkiyeyê binêrin ku her şoreş û serhildaneke Kurd pêş ketiye li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk bi komkujiyê bersiv daye û ser girtiye. Piştî damezirandina PKK’ê û şûnde nêzîkatiya dewletê ya li gel Kurdan hatiye guhertin û êrîş dijwartir bûne. Ev êrîş jî ne tenê li Bakurê Kurdistan sînordar ma belkû belavî hemû parçeyên din ên Kurdistanê bûn.”

Hamid qala raperîna sala 1991’ê ya li Başûrê Kurdistanê jî kir û got: “Piştî raperîna sala 1991’ê û şûnde metirsiyên Tirkiyeyê yên li ber Kurdan zêdetir bû û ji bo wê pêwîstî dît ku pîlanên operasyonên derveyî sînor pêk bîne. Piştî ku bi êrîşê nekarî vê bike, bi rêya aliyên Başûrê Kurdistanê di bin navê têkbirina PKK û gerîla kete nava desthilata Başûrê Kurdistan û ew bikar anî.”

‘PDK LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN GIŞTÎ KURDISTANÊ YE’

Çavdêrê Siyasî Hamid qala tevna sîxûrî û îstixbarat û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û dîsa hevkariya sîxûr û nokeran jî kir û ev got: “Ev hewldana dewleta Tirk a ji piştî raperînê û şûnde destpêkirî heta niha berdewam e. Bi vê dixwaze Başûr tev dagir bike. Bi taybet Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) ne weke aliyek siyasî belkû weke saziyeke şerê taybet li dijî hemû destkeftiyên Kurdistanê kar dike. Li Rojava, li Rojhilat heta li Başûr jî saziyên wiha avakiriye ku ji bo desthilata xwe û astengiyê ji bo parçeyên din çêbike. ENKS û hinek saziyên din ên li Rojhilat û Rojava, dîsa li başûr çend hîzbên kartonî hene ku tenê ji bo hene ji bo sîxûrî û dezgehên şerê taybet.”

Hemid anî ziman ku armanca esasî ya dewleta Tirk êrîşkirina Başûrê Kurdistan, dagirkirina xaka başûr e. Hamid diyar kir ku dewleta Tirk jî dema vê dike bi rêya PDK’ê vê dike. Hamid wiha domand: “Gerîla dikin hincet. PKK li Lîbya, Somalî û Yemenê nîne. Lê dewleta Tirk dixwaze êrîş bike û wan deveran dagir bike. Gerîla yekan e hêze li dijî dagirkeriyê disekine. PKK bendekî mezin e li ber pêşîlêgirtina komkujiyên li ser Kurdan ên ji aliyê dewleta Tirk ve.”

Hamid anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê destûra Iraq ku gelek deskeftiyên mezin ji bo Kurdan hene, têk bibe û wisa bike ku Iraq wan deskeftiyan ji Kurdan bigire.

Herî dawî Çavdêrê Siyasî Niyaz Hamid bal kişand ser helwestên aliyên din ên Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku aliyên din ên siyasî ku li gel PDK’ê ne, ji aliyê MÎT’ a Tirk û sîxûriyê ve hatine lewazkirin û got: “Gelek alî yên li gel desthilata Başûr cih digirin ketine bin kontrola MÎT’ê û dewleta Tirk nikarin tiştekî bikin. Ji bo vê yekane hêza li ber dewleta Tirk sekiniye, gerîla ye. Ji bo wê hebûna gerîla ya li Başûr encamgir e, ne sedemê dagirkirina dewleta Tirk e.”