Guzel: Ya ku hatiye tecrîdkirina ramanên civaka azad e

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku ew tecrîdê tenê bi rengê fîzîkî nanirxînin û destnîşan kir ku ya hatiye tecrîdkirina ramanên civakeke azad e.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û anî ziman ku di şexsê Ocalan de civak, jin û çand hatine tecrîdkirin. Guzel got, tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. 

‘TECRÎT RÊBAZAEKE ÊŞKENCEYÊ YE’

Guzel da zanîn ku tecrit rêbazeke êşkenceyê ye û wiha axivî: “Ji sala 2011’an û vir de heta sala 2019’an bi hincetên cuda pêşî li hevdîtinên li gel Birêz Ocalan dihatin astengkirin. Hemû rêyên hiqûqê hatin binpêkirin û sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Bi saya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pêkir û li tevahiya girtîgehan û raya giştî belav bû de, tecrîd hat şikandin. Bi rakirina tecrîdê re, peyamên aştiyê yên Ocalan dan, di civakê de hêviyên aştî û çareseriyê çardin zindî kirin. Lê hikûmetê bi polîtîkayên şer bersiv da daxwaza aştiyê ya Ocalan. Ji ber vê hîna jî tecrîd dewam dike. Weke ku tê zanîn tecrîd rêbazeke êşkeceyê û îzolasyone. Ne hiqûqî ye û li dijî mafê mirovan e. Ev pêkanîn jî bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

‘CIVAK TECDRÎDKIRÎ YE’

Guzel destnîşan kir ku ramanên civakek azad tê tecrîdkirin û got: “Ev pêkanîna dij mirovahî tenê li dijî Birêz Ocalan tê bi kar anîn. Di şexsê Birêz Ocalan de civak, jin û çand hatine tecrîdkirin. Gava Ocalan diaxive, rêya çareserî û aştiyê tê vekirin. Yên ku Ocalan tecrîd dikin, xwedî hişmendiya faşîzana ne. Tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Bi vê tecrîdê mafên mirovan hatine binpê kirin. Rojek zû ne yek dereng divê ev tecrîd bê rakirin. Heya ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin, bêhn nayê ber vî welatî. Bi tecrîdê ev welat winda dike. Ocalan her gavê li ser aştiyê û ji bo aramiya dinyayê bangên çareseriyê dike.”

‘DI TECRÎTÊ DE ISRAR BERDEWAM KIRIN ŞER E’ 

Guzel bilêv kir ku israra tecrîdê berdewamkirina polîtîkayên şer in û wiha dom kir: “Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de anîbû ziman ku ew di nava heftiyekê de dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê belê hikûmeta AKP’ê ya ku di tecrîdê de israr dike dixwaze polîtîkayên şer kûr bike û şer li herêmê belav bike. Dema ku dîsan tecrîda li hemberî Birêz Ocalan kûr bû, tifaqa AKP-MHP’ê êrîşî li ser deskeftiyên Kurdan kirin. Li Rojava dest bi hewldana dagirkirinê kirin. Lê divê hewldanên de jî bi serneket. Ev hewldana dagirinê li Tirkiyê da windakirin. Li aliyê din jî bi tecrîtê û dagirkirina Rojava dixwaze li ser krîza li Tirkiyê re bigre.”

‘TECRÎD NAVDEWLETÎ YE’

Guzel bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhijatê Sûriyeyê jî û ev tişt got: “Bi van êrîşan dixwazin darbeyê li vîna gelên bi hevre dijîn bixe. Armanca sereke projeya Birêz Ocalan e ku li Rojava şîn bûye. Divê projyê de hemû bawerî û reng cihê xwe digrin. Li Bakur û Rojhijatê Sûriyeyê Ereb, Sûryanî, Ermenî, Kurd, Çerkez û hemû netewan xwe divê modernîteyê de dît û Tirkiyê jî xwest bi van êrîşan vê modernîteyê têk bibe. Modela Birêz Ocalan dê li Rojhilata Navîn dawî li hemû krîza bîne. Ji bo vê yekê tecrîd ne tenê bi destê Tirkiyeyê tê bi rêvebirin, mirov dikare bibêje tecrîd navdewletî ye. Eger ev tecrîd tunebûya wê ev ramanên Ocalan ketiban dewrê de û Rohilata Navîn bêhnek girtîba.”

‘CPT WEZÎFEYA XWE BI CIH NAYNE’

Guzel bilêv kir ku CPT bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî Îmaraliyê bûye parçeyek ji polîtîkayên Tirkiyeyê û got: “Ji ber ku tecrîd navdewletî ye, CPT bêdengiya xwe diparêze. CPT peywîra xwe bi cih nayne. Yên ku Ocalan tecrîd dikin, xwedî hişmendiya faşizana ne. Tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Bi vê tecrîdê hemû mafên mirovan hatine binpê kirin. Rojek zû ne yek dereng divê ev tecrîd bê rakirin û CPT li peywira xwe rabe.”