'Guven nikare dermanê xwe yê li dijî tumor bigire!'

Parêzerê Leyla Guven Şivan Cemîl Ozen diyar kir, li ser mejiyê Guven tumor heye û got, "Dermanê ku pêşî li mezinbûn û belavbûna tumor digire, jê re nayên dayin. Nexweşiya wê lê giran bûye."

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 35 roj in di greva birçîbûnê ya bê dorveger û bê dawî de ye.

Parêzerên Guven berî niha bi çend rojan civîneke çapemeniyê li dar xistibûn û gotibûn, rewşa Guven a tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe û ji ber şert û mercên girtîgehê di qonaxa krîtîk a çalakiyê de ye. Parêzer Şivan Cemîl Ozen ji ANF'ê re axivî û got, rêveberiya girtîgehê nahêle vîtamîna B ji Leyla Guven re bê dayin.

'5 ROJ IN DI ASTA KRÎTÎK DE YE'

Parêzer Ozen diyar kir, Guven piştî roja 30'î ya çalakiyê ketiye asta krîtîk û got, li gorî daxuyaniya Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê, rojên navbera 14 û 30'î ji bo çalakiya Guven rojên girîng in. Parêzer Ozen ragihand, ji ber ku derbasî qonaxa krîtîk bû, wê rojên bê hemû saziyên tenduristiyê vexwînin û wiha dewam kir:

'DEMA KU VÎTAMÎN NEHATIBÛ DAYIN, MIROV MIRIBÛN'

"Em ê bixwazin ku heyetên serbixwe kontrola tenduristiyê ya muwekîla me bikin. Piştî roja dehan a greva birçîbûnê divê mînakên xwînê bên girtin. Kontrolên rûtîn tên kirin, Vîtamîna B didin, lê ya B1 nadin ku ev vîtamîn hestî û masûlkeyan xurt dike. Sala 1996'an di greva birçîbûnê de ji ber ku vîtamîna B nehate dayin, rojên 60'î mirov mirin. Ji roja destpêkê ya greva birçîbûnê û pê ve divê vîtamîna B, nexasim a B1 ji çalakger re bê dayin. Heta niha gelek caran hewl dan, lê belê hîn jî vîtamîna B1'ê nadin muwekîla me."

'DERMANÊ WÊ YÊ LI DIJÎ TUMORÊ JÎ NADIN'

Parêzer Ozen bi bîr xist, ku Guven beriya vê carê jî hatibû girtin û hingî tumor li ser mejiyê wî çêbûbû û got, "Bi rêya dermên pêşî li mezinbûn û belavbûna vî tumorê tê girtin. Birêz Guven, ji roja ketiye grevê û vir ve nikare vî dermanî bigire. Lewma nexweşî lê giran bûye. Em bandora vê yekê dibînin. Piştî roja 30'î muwekîla me gelekî li xwe kêm kir. Wê hîn bêhtir li xwe kêm bike. Niha ji hal ketiye. Êşa serî û hesasiyeta li deng ku di rojên 40'î de normal rû didin, li gel Leyla Guven di rojên 30'î yên grevê de rû dan. Mixabin sedema vê yekê jî nedayina vîtamîna B1 e."

'DAXWAZA MUWEKÎLA ME DAXWAZEKE DEMOKRATÎK E'

Parêzer Ozen bang li saziyên cemaweriyê kir û got, "Daxwaza muwekîla me daxwaza sîstema civaka demokratîk e. Di vê sîstemê de divê hiqûq ji bo her kesî wekhev be. Birêz Abdullah Ocalan demeke dirêj e nikare parêzer, wasî û malbata xwe bibîne. Mîna ku muwekîla me Birêz Guven jî dibêje, 'Ev yek tecrîdeke giran e û ti bingeheke xwe ya hiqûqî nîne'."

JIYANA WÊ YA ROJANE LI GIRTÎGEHÊ

Parêzer Ozen li ser jiyana rojane ya Guven a girtîgehê û şert û mercên lê tê girtin ev agahî da: "Ji hevalên li gel Birêz Guven e 2 û li qawîşa din jî hevaleke jin di greva birçîbûnê de ne. Wekî din li gelek girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Ji xwe ew êdî nema dikare zêde bixwîne. Hevalên pê re ye lê miqate ne. Pirtûk û nameyên jê re tên, ji aliyê hevalên wê ve tên xwendin. Roj bi roj çavên wê nebaş dibe. Di hevdîtinê de ji me re got ku ji bo wergirtina vîtamîna B1 gelek caran ew bi rêveberiya girtîgehê re axivîne. Ji bilî vê yekê ji me re negot bê zexteke din lê tê kirin yan na. Lê di dawiya dawî de Birêz Guven wekîlek e. Îradeya gel temsîl dike. Divê ev îrade esas bê girtin."

DOSYA WÊ BIÇE BER DESTÊ DMME'YÊ

Parêzer Şivan Cemîl Ozen da xuyakirin, bernedana parlamenter Leyla Guven ne hiqûqî ye û got, "Birêz Enîs Berberoglû tevî ku hikum lê hatiye birîn jî hate berdan. Lê Birêz Guven hîn nehatiye berdan. Yekane parlamentera ku niha girtî ye, ew e. Me ev rewş birine ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Eger ji wir biryareke neyînî derkeve em ê dosyayê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)."