Guven: Li dijî zîhniyeta tekparêziyê, em di referandûmê de bêjin 'NA'
Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, lêkolîner û nivîskar Eyyup Guven, referandûm ji ANF'ê re nirxand.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, lêkolîner û nivîskar Eyyup Guven, referandûm ji ANF'ê re nirxand.
Ji Komeleya Nivîskarên Kurd Eyyup Guven, di referandûmê de banga bikaranîna dengê 'NA' kir.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi biryarnameya AKP'ê hat girtin, lêkolîner û nivîskar Eyyup Guven, referandûm ji ANF'ê re nirxand.
Guven got, "Referandûm şêwra gel, dengdana gel e, ku di demên demokratîk de tên kirin. Lê belê armanca referandûma ku tê xwestin di 16'ê Nîsanê de li Tirkiyeyê bê kirin ew e, feraseta zîhniyeta teparêz a ji sala 1299'an heta pêvajoya Komarê hat meşandin, ji nû ve li ser gel bê ferzkirin. Ev yek pirsgirêkeke sîstemê ye, pirsgirêkeke rejîmê ye."
'AKP HEWL DIDE ZÎHNIYETA TEKPARÊZ BIDOMÎNE'
Guven diyar kir, desthilatdarî bi vê hilbijartinê re dixwaze feraseta xwe ya heyî ya tekparêz bidomîne û destketiyên gelên bindest ji holê rake.
Guven got, "Hikûmeta AKP'ê bi vê referandûmê re vebijarkek datîne pêşiya xwe; bicihanîna mejiyê 'yek dewlet, yek ol, yek ziman' û pêşîgirtina li destketiyên gelên bindest e. Sedema bilêvkirina herêma tampon û tevlîbûna li nava şerekî bêdawî yê li derveyî sînor, ev e. Eger di referandûmê de dengê 'erê' zêde be, wê welat bikeve nava kaoseke dawiya wê nediyar e."
Guven da zanîn, di serî de gelê Kurd divê hemû komên etnîkî di referandûmê de dengê 'NA' bi kar bînin û got, "Eger dengê 'erê' serdest be, wê gotinên demokrasiyê jî êdî ji holê rabin. Wê nêrîn û mejiyê lêpirsînê tine bibe. Hemû gel, bawerî û mirovên ji demokrasiyê bawer dikin, berî dereng bikevin divê bikevin nava liv û tevgerê û tevlî pêvajoyê bibin. Naxwe ne tenê dereng bimîne, wê her tişt ji holê rabe."
'DIVÊ HEMÛ REWŞENBÎR Û HUNERMEND BÊJIN NA'
Lêkolîner Eyyup Guven bang li ramanger, hunermend û hemû rewşenbîran kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' bi kar bînin û got, "Her kes bi gotina Martîn Nîemoller dizane. Digot, 'Dema Nazî ji bo komunîstan hatin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez komunîst nebûm. Dema ku sosyal demokrat girtin, ez sosyal demokrat nebûm. Piştre ji bo sendîkavanan hatin, min tiştek negot; ji ber ku ez ne sendîkavan bûm. Dema ku ji bo girtina min hatin, kesekî dengê xwe derxîne nemabû."