Guven ji Geveriyan re got: We berxwedan mezintir kirin

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi weşana zindî ji şêniyên Geverê re axivî.

Bi armanca şkandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bû 86 roj in Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Guven, bi weşana zindî bi Geveriyan re axivî.

Guven, ji mala xwe ya li Amedê bi weşana zindî ji Geveriyan re axivî. Gel, tevlîbûna Guven a weşana zindî bi coşeke mezin pêşwazî kir. Geveriyan bi dirûşmên "Gever bi te serbilind e, Leyla rûmeta me ye" piştgiriya xwe ya ji bo Guvenê diyar kirin. 

Guven, bi silavdayîna giyana berxwedêr a Geveriyan dest bi axaftina xwe kir û got, "Berxwedana we raber kirî moral dide me. Berxwedana we, berxwedana me mezin dike. Niha li girtîgehan bi sedan hevrêyên me ketine greva birçîbûnê. Li aliyekî li di hundir de berxwedan didome, li derve jî însanên me ji bo ji vê berxwedanê re bibin bersiv derdikevin qadan. Ez, her kesên ku li ber xwe didin silav dikim."

Guven, ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomîne û got, her xuleka derbas dibe ji bo wan girîng e. Guvenê, ji ber ku tendirustiya wê dest nedida, kurt axivî û gel bi çepik û dirûşmeyan piştgiriya xwe diyar kir.