Guven: Ez li pişt hemû gotinên xwe me

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 35 sal ceza jê re têne xwestin got ew li pişt gotinên xwe ye û diyar kir ku bi hevdîtinên bi Ocalan re doza Kurd dikare çareser bibe.

Li Dadgeha Cezayê Giran a 4. a Amedê doza derbarê Leyla Guven, Hevseroka KCD’ê û ya derbarê Endamê DÎAY-DAR’ê Abdulbarî Tiryakî (76) hate dîtin.

Bi hinceta ku 7 caran ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye ji 7 salan heta bi 35 salan ceza jê re tê xwestin. Guven di danişînê de hazir bû. Di danişînê de her wiha ji bo Tiryakî jî bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye heta bi 5 salan ceza tê xwestin.

‘EZ LI PEY HEMÛ GOTINÊN XWE ME’

Guven di danişînê de bi Kurdî axivî, diyar kir ku ew 25 sal in siyasetê dike, hevseroka KCD’ê ye. Guven diyar kir ku ji ber axaftinên wê doz lê hatine vekirin û di axaftinên xwe de wê polîtikayên AKP’ê rexne nekirine. Guven gotina Serokkomarê Berê yê Tirkiyê Demîrel ku gotibû, ‘’PKK serhildana 29’an a Kurdan e’ bi bîr xist û got Demîrel bi vê gotinê bal kişandibû ser çareseriya pirsa Kurd û ev rastiyek e.

‘DI JÊRZEMÎNAN DE HATIN KUŞTIN’

Di îdîanameyê de navê ‘Kurdistanê’ weke hêmana sûc hatiye dîtin, Guven li dij vê derket û got, ‘’Kurdistan navê cografyayekê ye. Di Desûra 1921’an a Tirkiyê de jî navê Kurdistanê ye. Serokkomarê Tirkiyê gotibû, ‘’Kurdistan rastiyek e. Lazîstan rastiyek e.’’

Di îdîanameyê de Guven ji ber ku li Mehmet Tûnc ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hatî qetilkirin xwedî derketiye sûc hatiye dîtin. Guven li ser vê got, ‘’Mehmet Tûnc sivîl bû, bavê 4 zarokan bû û ne endamê PKK’ê bû. Bi Tûnc re 60 kesê dî jî li jêrzemînên Cizîrê li ber xwe dane. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr jî li Silopya hate qetilkirin û 5 salan em li heman zindanê mane.’’

‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ BI OCALAN RE RÛNIN’

Guven herî dawî got bi operasyonan doza Kurd çareser nabe. Guven gotina Mehmet Agar ku gotî, ‘’me 1000 operasyon kir’ bi bîr xist û got bi operasyonan ev doz çareser nabe, çareserî ew e ku bi Ocalan re hevdîtinan bikin.’’

TALOQ BÛ

Dadgehê ji bo deşîfrasyona axaftina bi Kurdî ya Guven û Tiryakîî biryar da ku dîmenan bişîne beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Daniştîn taloqî Adarê bû.