Guven: Berxwedan jiyan e

Leyla Guven ku 86 roj in di greva birçîbûnê de ye got, "Dewletê du gavên dijber avêt. Lê me her du jî pûç kir. Em çalakiya xwe xurt bikin. Çalakiya me wê di demeke nêz de bi ser bikeve. Berxwedan jiyan e."

Çalakiya nobedê ya wekîlên HDP'ê ya li avahiya KCD'ê di roja duyemîn de ye. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik çalakî dewr girtin.

Li salona ku serdan lê tên qebûlkirin, wêneyên Leyla Guven, Îmam Şîş, Nasir Yagiz û çalakgerên din ên greva birçîbûnê hene. Her wiha pankarta bi nivîsa "Em ê tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin" hatiye daliqandin. Roja destpêkê, xebatkarên çand û hunerê yên li Amedê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û xizmên girtiyan serdana çalakiyê kirin.

GUVEN: BERXWEDANA ME WÊ BIDOME

Guven bi rêya 3G ji mala xwe silav da kesên li salonê û got, "Dema li girtîgehê bûm jî min zanîbû ku em bi tenê nînin. Me zanîbûn ku hûn ê xwedî li daxwazên me derkevin. Me li girtîgehê bi coşeke mezin li ber xwe didan û berxwedana xwe hîn jî didomînin. Li pişt dîwaran jiyan û azadiya rasteqîn heye. Em mafdar in, lewma berxwedana me roj bi roj mezin dibe. Dibe ku di vê rêyê de hinek ji me bikevin, lê ya girîng armanca me ye. Di demeke gelekî nêz de çalakiya me wê bi ser bikeve."

'EM ÇALAKIYA XWE XURTIR BIKIN'

Guven bi bîr xist, rayedarên dewletê 12'ê Çileyê Mehmet Ocalan şand cem Ocalan û ew jî ji girtîgehê berda û got, "Dewletê du gavên dijber avêt. Me her du gav jî pûç kir." Guven wiha dewam kir: "Ez zanim ku dilê bi milyonan mirovî bi min re ye. Ji ber vê yekê xwe bi tenê nabînim. Hevalên min li dora min in, bi manewiyateke mezin em çalakiya xwe didomînin. Em vê çalakiya xwe xurtir bikin, em bikevin nava gelê xwe. Di vê hilbijartinê de em teqez şaredariyan bi dest bixin. Û gavên wan pûç bikin. Berxwedan jiyan e."