Guneş: Divê jin rabin ser piyan

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş bal kişande ser pêngava ''Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan'' û got, divê pêşî jin rabin ser piyan.

Endama Koordînasyoan PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş di Stêrk TV de ji bernameya Rojava Jinê re axivî.

Guneş got planên komkujiyê yên dewleta Tirk wê wan bêzar neke û diyar kir, ''Dijmin bi wê fikrê ye ku bi piranî bi êrîşên hewayî û taktîkên şerê taybet wê Tevgera Azadiya Kurd biqedîne. Bi planên wiha yên gemarî ti caran nikare were tinekirin.''

Guneş got ên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin û destekê didine wan, ji destkeftiyên gelê Kurdistanê, ji rabûna wê ya ser piyan a bi vîna xwe ya azadiyê, ji yekbûna gelê Kurd aciz in û diyar kir, Tevgera Azadiya Kurd biryardar e ku bi li dijî van bi gel re rawestin. Guneş bal kişande ser bi deh hezaran şehîd û hêsîrên şerên Tevgera Azadiya Kurd û got, ''Ev her wiha têkoşîna rûmet û namûsê ye.''

Guneş got divê hemû gelê Kurdistanê rabe ser piyan û bal kişande ser pêngava ''Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan'' ya ku rêxistiya jinê daye destpêkirin û got, ''Pêşî divê jin rabin ser piyan. Divê ciwan û jin rola xwe ya li nav civakê bi cih bînin.''