Gundiyên Xoyê bi fikar in, ji hal ketine û li benda alîkariyê ne

Bi dehan gundên bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdhejên 23'ê Sibatê hilweşiyan. Nûçegihanên ANF'ê li gundê Kortanavayê bi erdhejzedeyan re axivîn.

Malbateke li gundê Kortanavayê, ku xaniyê wan xera bû, ji halê xwe şukir dike. Di nava axê de maye, montekî şîn li xwe kiriye, kumek li ser e. Bavê malbatê ku derdora 50 salî ye. Li pêşiya xaniyê xwe yê hilweşiyayî radiweste. Hevsera wî li kêleka wî ye. Ew jî di nava axê de maye. Derdora wan hilweşiya ye.

'ŞUKIR, TIŞTEK BI KESÎ NEHATIYE'

Bav dibêje, 'Şukir tiştek bi kesî nehatiye'. Dayik dewam dike û qala pêwîstiyan dike. Dibêje, "Pêwîstiya me bi her tiştî heye" ku dema vê dibêje hinekî fedî dike. Hevjîn her wiha dibêjin ku gel jî alî wan dike.

Wêde malbateke din qala erdhejê dike. Hinekî temendirêj dixuye. Herduyan jî serê xwe girê dane. Serma ye. Hevjînên extiyar dibêjin ku mala wan xera bûye. Qala du erdhejên mezin ên roja Yekşemê dikin û dibêjin, "Mala her kesî xera bû."

Gundî dibêjin kesî jiyana xwe ji dest nedan, lê belê birîndar hene. Hevjînên li ber mala xwe ya hilweşiyayî sekinîne dibêjin, ku niha pêwîstiya wan bi devereke xwe lê bistirên heye. Dixwazin xaniyê xwe ji nû ve lê bikin, lê belê niha derfetên vê bi wan re nîne. Lewma li benda alîkariya rayedaran e. Tevî drama bi serê wan ve hatî hîn jî ken li rûyê wan winda nebûye.

Gundê Mexin ê ser bi Kotolê jî xera bûye, ku nêzî Kortanava ye û li ser rê ye. Gund li qiraxa rêyeke mezin e. Wesayit bênavber di vê rêyê de diçin û tên. Hin ji wesayitan li pêşiya gund disekinin. Hinek jî bar hilgirtine.

Li geleke gundan, mirovên ku xaniyên wan xera bûne li derve agir dadane û hewl didin xwe germ bikin. Xaniyê wan jiyaneke xizan radixin pêş çavan. Jineke extiyar betanî li xwe pêçandiye û li ber êgir xwe germ dike. Hinek jî bi malzemeyên ku ji nava xirbeyan derxistine hewl didin stargehekê ji xwe re çêbikin ji bo bi şev lê bimînin. Xaniyên ji kevir rûxiya ne. Kevir li derdorê belav bûne.

Bi nêrînên matmayî, xemgîn û dilgiran ên li nava xirbeyan, li drama ku bi serê wan ve hatiye temaşe dikin. Hinek jê li xaniyê xwe yê ban hilweşiya ye dinerin, fêhm dikin ku êdî nepêkane mîna berê sererast bikin.

Banê xaniyekî hema bêje bi temamî hilweşiya ye, li nava xênî sobeyek maye û li qiraxekê jî televîzyonek.

Zarokek li nava xaniyekî hilweşiyayî li derve dinere. Dîwarê ku kursî spartî bû bi temamî hilweşiya ye. Hinekan konên ku ji wan re hatin şandin vedane. Di vê zivistana dijwar de wê bi şev di binê kon de bimînin.

Ne tenê mirov her wiha gelek heywan jî ji ber erdhejê mirin. Gelek jî li derve man. Gundiyek kadîna xwe ya hilweşiyayî nîşan dide. Heywanên xwe jî li derve ne. Berxek xuya dike ku di bin xirbeyan de maye.

Di sibe û êvara 23'ê Sibatê de bi dijwariya 5.9 pileyî du erdhej rû dabûn. Li herêmê herî kêm 44 gund hilweşiyan, zêdeyî 100 kes birîndar bûn. Asta xisarê baş nayê zanîn. Lê belê gundî nerazî ne ku alîkariya ji wan re hatiye şandin kêm e. Di nava du rojên dawî de gelek erdhejên biçûk rû dan. Lewma gel bi fikar e. Li herêmê gelek kes nikarin têkevin hundirê xaniyên xwe. Zivistana dijwar bandoreke giran li jiyanê dike.

Heman erdhejê li navçeya Elbak a Wanê ya Bakurê Kurdistanê bandoreke giran kiribû. Li Elbakê 9 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê herî kêm 250 avahî xera bûn.