Gundiyên li ser sînor li dij dîwêr in

Şêniyên taxa Çilliya Jêrîn ên Çaldiranê naxwazin ku dîwar werin lêkirin.

Şêniyên Ciliya Jêr ên navçeya Çaldiran a Wanê ku bi sînorên di navbera Tirkiyê û Îranê de ji hev veqetiyan li dij wê ne ku Tirkiye piştî sînorê Sûriyê niha jî li ser sînorê Ermenîstanê û Îranê bi henceta ‘ewlehiyê’ dîwêr çêdike.

Ji ber xendek, qereqol û kalekolên ku beriya niha bi 4 salan hatine çêkirin gundiyên ku nekarîn xizmê xwe bibînin, bi qedandina bazirganiya sînor jî mexdû bûn. Şêniyên gund diyar kirin ku berê 80 malên wan hebûn, niha 20 mane û ku wiha biçe wê neçar bimînin ku gund bihêlin.

Abdulvahap Yildiz dibêje, ‘’Li hêla Îranê li ser sînor 7 gundê me hebûn. Niha di navbera me de dîwaran lêdikin. Zarokên me yên 13-14 salî diçine bajarên Tirkan û li înşeatan dixebitin. Gundê me 80 malî bû niha 20 mane. Piranî jî zarok û yixtiyar in. Ên ku mane wê çi bikin nizanin.’’

MAYIN, TÊL Û DÎWAR

Yildiz diyar kir ku pêşî mayin danîne, piştre têlên dîrehî û niha jî dîwarên betonê lêdikin û got, ‘’Ji bo Kurdan lêkirina dîwêr a li ser sînor darvekirin e. Ev dîwar ne tenê ji bo kesên ku bazirganiya sînor dikin lê ji bo hemû Kurdan asteng e. Dixwazin çav, dest û guhê Kurdan bigirin.’’

RÊYA 15 DEQE BÛ 4 SAETAN

Reşît Çîftçî jî dibêje dema ku bazirganiya sînor dikir rewşa wan başbû û bi astengkirina vê êdî nema karin debara xwe bikin û wiha domand: ‘’Niha em qet nikarin bazirganiya li ser sînor bikin.  Her wiha deriyê dî yê sînor pir dûrî me ye. Bi rêya 4 saetan em digihin deriyê sînor. Lê ku em ji vir biçin herî pir 15 deqe ye. Heke dîwar were lêkirin em nikarin xizmê xwe bibînin. Em naxwazin ku dîwar were çêkirin.’’